Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
grass: a nation's battle for life

grass: a nation's battle for life

5. li gorî agahiyên min li çavkaniyên biyanî xwendine, fîlmê de gelê ku jiyana wan hatiye vegotin gelê Bextiyarî e ku zimanê wan bextiyarî ye ku lî gorî wikipediayê ev gel li navbera şarî-kurd û loristanê dijî û zimanê wan nêzikî lurî ye û zaravayên jêrîn yên kurdî yên kelhurî û lekî ye.

malpereke derbarê wan de li vir e: http://www.bakhtiaries.com. îhtîmalek mezin vê malperê rahim an jî nevîyên wî saz kiriye, hûn ê li jêr bizanin ka rahim kî ye *



belgefîkm derbarê goça 50.000 mirovên bextiyarî ye ku bi 500.000 heywanên xwe hewl didin ku ji çiyayên asê xwe bidigînin çîmenên/zozanên havînê. ku ser riya wan çolên asê, çiyayên berfîn û rûbarên hov hene.



bi taybetî behsa sahneya ku 50.000 mirov û 500.000 heywanên wan bi kelekên ji çermên bizinan çêkirî, derbasî aliyê din yê rûbarê dibin, tê kirin. oha, min gelekî meraq kir.

derhênerên fîlmê, vê berhemê de qet bandor li jiyana wan nekirine û tenê di vê rêwitiya wan de, bi wan re bûne û wan temaşe kirine.



berî kişandina vê fîlmê ne cooper ne jî schoedsack fîlm nekişandine. cooper çav li nexşeyên American Geographical Society digerîne û ji bo kişandina fîlma xwe, li cihek digere û kurd û kurdistan bala wî dikişîne. û biryar dide ku li vir fîlm bikişîne. (peyvên kurd û kurdistan aîdê wan e)



pêşîn tên stenbolê û li vir ji wan guman tê kirin ku ajan an jî tiştek din in. ji ber vê yekê li vir gelekî wext wenda dikin. axirê, destûr didin wan ku herin bexdayê. bi erebeyeke ford diçin bexdayê û di rê de rêwitiya bextiyariyan dibihîse ku ji çiya û rûbara karun derbas dibin... li ser vê yekê biryar didin ku tevlî vê meşê bibin. (plana wan ya ewil ji vir heta çînê çûyîn e)

diçin, li kesê bi navê haydar xan re hev dikin û tê qebûlkirin ku beşdarî vê meşê bibin.



lawek bi navê Rahim ku perwerdehiya rojavayê li amerîkayê xwendiye û ew bixwe jî bextiyarî ye, derbarê vî xelkî de agahî dide wan û dibêje ku ev mirov "tu tiştê ku ew li amerîkayê hîn bûye, naxwazin û tişta ku dixwazin mêrên bihêz û kêrhatî ne û ji vê rêwitiyê hez dikin, ji razana ser erda hişk, xwarina li ber êgir û ji şerê bi kerwanên din re, hez dikin. (vê navberê de bi vî lawikî re afyonê dikişînin, ez bawer im ji meseleya weke ya di fîlma "dema hespên serxweş" de, ye.)

rahîm, ku wê pêşerojê de bibe serokê vî gelî, ji cooper re dibêje ku eslê xwe de ew bixwe dixwaze here û li broadway'ê bijî, here tiyatroyan, dansê bike û bi keçikên bedew re be. û ji cooper re dibêje ku bixwaze dikare were û li şûna wî bibe patronê vî gelî û ew jî dikare şûna wî here û li broadwayê dansê bike.





her çiqas riyek ji vê riya asê, hêsantir heye jî, haydar xan naxwaze vê riyê û her dem ji vê riya dijwar derbas dibin. şefê komê amîr jang dibêje ku mêrên wan weke "hirç" tên nasîn û ew şîrê tirş vedixwin (dew?) û tenê berûyan û goştê berxan dixwin.



cooper û hevala wî ya jin Harrison jî xelkê bextiyariyan çawa jiyabe, wisa jiyane. tenê li pêşî û paşiya kerwanê çadirek hatiye danîn û tenê harrisonê kariya çadirê de razê, ew jî ji bo parastina cîhazên kamerayan...



nivîsê de tê gotin ku derhêner xwediyê wegêrek bûn lê ew jî hinekî hînî îranî bûne. li vir şûna behsa kurdî behsa îranî tê kirin. çima nizanim. ez bawer im dîsa şaş-fêhmkirinek e. lê li jor jixwe behsa kurdan û kurdistanê hatibû kirin.

cooper û hevalê wî tenê hînî gotina "nenêre" bûne, ew jî ji bo kes li kamerayê nenêre *



piştî vegeriyane amerîkayê, hinekan ji wan bawer nekirine û îdîa kirine ku wan vê fîlmê li kalîforniyayê kişandine û dawiyê de fîlmê weşandine.



berga fîlmê ev e: http://amirezati.persiangig.com/image/Grass.jpg

çavkaniya agahiyên vê nivîsê de: http://www.foreignmoviesddl.org/2010/04/grass-nations-battle-for-life-1925.html



ûûûû oha vaye min fîlmê dît: http://www.youtube.com/watch?v=zxWhlwsb7Es

lê ji ber ku kotaya înterneta min ya telefonê gelekî kêm e û ne li mala xwe me, nikarim temaşe bikim.



ev fîlm weke yekemîn belgefîlma dinyayê jî tê zanîn.



cooper aha bi saya vê fîlmê karîye bikeve hollywoodê û pê re fîlma king kong dikişîne. îhtîmalek mezin li ser fîlma king kong, bandora jiyana kurdan gelekî mezin e. ku mirov rêwitiya ku diçe wargeha king kong difikire, ev yek tê bîra mirov.



piştî kişandina fîlmê ji bo ku vegerin amerîkayê, neçar in ku ji tirkiyeyê derbas bibin. lê wê demê jî serhildana şêx seîd heye. ger bibêjin ku ev fîlm derbarê kurdan e, wê bêguman tirk dest danin ser vê fîlmê. ew jî, derewek dikin û dibêjin fîlmê de ne kurd lê îranî hene. bi vî awayî dikarin ji tirkiyeyê derbas bibin. ji ber vê yekê jî hinek bawer dikin ku bextiyarî faris in. lê belê ne wisa ye, ew kurd in.



fîlm nêzikî 70 deqe ye û bêdeng e. yanî diyalog tune. tê de tenê mûzîkên kurdî hene. straneke tirkî jî tê de heye.



14.10.2013 14:26 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» grass: a nation's battle for life
» battlebots
» forrest gump
» life is beautiful

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî