Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
peymana stenbolê

peymana stenbolê

1. peymanek di navbera dewletên ewropî de ye ku armanca wê pêşîlêgirtina zextên li ser jinan e. navê wê ya rastîn: (bnr: peymana konseya ewropayê ya pêşîlêgirtina tundîya li dijî jinan û nav malbatî)

ji ber ku ji alîyê konseya ewropayê jî tê piştgirîkirin, bandora vê peymanê li ser dewletan heye. mirov dikare behsa çar xalên binhehîn bike:
- pêşîlêgirtina her cûre tundîya li dijî jinan û ya nav malbatî
- parastina mexdûrên tundîyê
- lêpirsîna sûcdaran
- li ser vê meseleyê, di nav hevkarîyekê de, pêkanîna polîtkayan.

peyman di sala 2011an de li stenbolê hatîy îmzekirin û loma wek peymana stenbolê tê nasîn. ji alîyê tirkiye û 46 dewletên ewropî ve hatîye îmzekirin. îmzeya ewil ya tirkiyê ye.
sozên ku dewletên îmzekirî dane, ji alîyê komîsyonek bi navê grevio tê şopandin ku ji pisporên azad pêk tê. jixwe tişta ku vê peymanê ji peyman û sozên din yên di vê meselê de, vediqetîne, ev mekanîzmaya kontrolê ye.
ji aliîyê din ve peyman, tundîya li dijî jinan, wek cûdakarî û binpêkirina mafên mirovan kategorîze dike. ev dîsa taybetîyeke wê ya xweser e.
taybetîyek din ya wê jî ew e ku ji bo parastina mexdûran garantî dide ku "nasnameya zayenda civakî" û "beralîbûna zayendî" wê ne girîng be û di nav wan de cûdahî tune be. bi vî awayî, mafê hemû zayendan dike bin garantîya xwe.

li gel ku tirkiyê navê xwe daye vê peymanê û yekem dewleta îmzeker e jî, niha tê xwestin ku were betalkirin. ji bo guheretina rojevê û konsolîdasyona hilbijêrên xwe û hwd. ev tişt tê xwestin lê gelek kes rapor dikin ku di nava akpê bixwe de jî pişgirîya bo betalkirina vê peymanê encax %25-30 fîlan e.
loma bawer nakim ku were betalkirin lê dîsa jî mirov nizane; hikumet dîn û har bûye, li der û dora wan mirovên bi aqlê selîm nemane.



25.07.2020 08:05 ~08:06 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peymana sevrê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî