Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
hevpeyvîna omer faruk baran a ligel simurg56 ya li ser tirşikê

hevpeyvîna omer faruk baran a ligel simurg56 ya li ser tirşikê

7. heypeyvîna ku mixabin ji malpera ofb hatiye rakirin.
di destê min de qeydek wê heye lê nizanim formata wê ya dawîn çiqas jê cûda bû.
fermo:

Ez dîsa bi gazincekê dest pê bikim. Hîn jî gava meriv dikeve Googlê û ‘’tirşik’’ dinivsîne berê tirşikên ekşisözlük û wikipediayê derdikevin. Rojên ku em tek ‘’t’’yê binivsînin û Google hema ‘’tirşik.net’’ê bîne ber me xeyal in yan bi rastî tirşikvan wê bînin wê rojê?

simurg56: Ew problem ne tenê problema me ye. Meriv niha di Googlê de çi peyva kurdî binivsîne gelek caran pêşnîyazên bi zimanên din derdikevin. Google dibêje ‘’gelo te xwestibû tu vê bêjî?’’ Ji ber ku Google zimanê kurdî, tîpên kurdî nas nake vê yekê dike. Meriv bi tîpên kurdî ku rast binivsîne jî ew nivîsandina xelet a wê peyvê pêşnîyaz dike. Jixwe yek ji sedemên herî girîng a derketina tirşikê jî ew bû ku li ser înternetê bi kurdî zêde nivîs, weşan, agahî tunebûn. Yanî ku li ser înternetê bikaranîna kurdî zêde bibe û tirşik jî pê re populer bibe wê tirşik di rêza yekem keve. Ez tam nikarim tiştekî bêjim lê di nava salekî de em nîyet dikin ku em wê rojê bînin.

Rojê bînin lê tirşikvanên jin jî bibinin. Gelek caran di mijaran de dibînim ku herkes behsa kêmasîya tirşikvanên jin dike. Çi ye sebeba vê, çima jin nanivsînin?

simurg56: Di nav nifşên nû de jin ji mêran piçekî hindiktir bi kurdî diaxivin, ew bêhtir ber pêla asîmîlasyonê ketine. Bêguman bandora vê heye. A duduyan, di înternetê de mêr zêdetir aktîf in. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo her neteweyî ew derbasdar e. Ji ber hinek sedamên din jî jin di înternetê de xwe vedişêrin. Wekî jiyana rastîn di înternetê de jî jin rastî êrîşan tên, rastî gotinên ne xweş tên. Ji bo vê carna zayendên xwe diyar nakin. Di tirşikê de rêjeya tirşikvanên jin %12 e lê ji bo zêdekerina wan jî heta niha tiştek nehatîye bîra me.

Hinek kes ji rexneyên di tirşikê de pirr aciz in. Di rêyên fermî re jixwe daw û doz û lêpirsîn zor e, lê em bêjin di rêyên xêr û xatiran re kesî xwe gêhande we bo meseleyên heqaretê?

simurg56: Heta niha bi awayekî fermî ti îtiraz nehatin, ti doz li me nehatin vekirin. Bi rêya hinek nivîskaran re hinek kesên navdar xwe gêhandin me. Xwestin em wan peyaman rakin, hinekan gotin ku ji bo wan heqaret hatine nivîsandin, hinekan jî rexneyên li ser wan hatibûn nivîsandibûn qebûl nekirin. Gelek kêm ji wan gazindan me dan ber çavan, belkî du belkî sê peyam me jê bir. Ew peyamên me jê birin jî me bêyî haya nivîskarên wan peyaman jê nebir. Me pêşî ji wan re got û bi pejirandina wan me peyam jê birin. Lê yek ji armancên herî mezin a tirşikê ew e ku bo herkesî rexne were nivîsandin, ji bo sîyasetmedaran, ji bo hunermendan, ji bo nivîskaran, ji bo herkesê ku mirov nas dikin. Rexne qonaxeke gelekî girîng e bo pêşdaçûna civakekê.

Bi qasî ez dizanim kesên xwe li tirşikê qeyd kirine ji hezarî zêdetir in, lê tirşikvanên aktîf in û tim dinivsînin û tirşikê diterîkin û nikarin û vedigerin û çend kes in?

simurg56: Nivîskarên tirşikê gelek cuda cuda ne. Hinek jê tên hema çi tê ber destên wan dinivîsînin; da ku valahî çênebe, mijar hebin. Hinek jê tên tenê ji bo tiştên bala wan dikşînin mijaran vedikin. Hinek tên tenê li mijarên vebûyî dinêrin, ger bala wan bikşîne tiştan dinivsînin û diçin. Hinek kes jî tenê têne dixwînin. Li gor kîjan pîvanê em bêjin tirşikvan aktîf in ne aktîf in? Kesên ku ji 50 peyaman zêdetir nivîsandine ji 100 kesan zêdetir in. Dîsa kesên ku ji 500 peyaman zêdetir nivîsandine ji 20 kesan zêdetir in. Yanî ez dikarim bêjim ji 100î zêdetir kes car caran tê bîra wan tên kevçîkekê li tirşikê dixin û diçin.

Min hay jê heye ku gelek nivîskar tirşikê dişopînin, yek ji wan jî Şener Özmen e. Di şêwira xwendinekê de hinekî bi gazinc hinekî jî bi henekî ji bo tirşikvanan gotibû ‘’Yaw ew kî ne, li her derê ne û haya wan ji her tiştî ji herkesî heye, ez newêrim ji mal derkevim!’’ Ma bi rastî tirşikvan li her derê hene?

simurg56: Li Amedê û Stenbolê bi qasî ku bicivin û civînan çêbikin tirşikvan hene. Li bajarên din, li derveyî welêt jî hene. Ji Kanadayê bigirin heta Elmanyayê, li gelek bajar û welatên cuda cuda hene tirşikvan. Yanî Şener Özmen rast dibêje, tirşikvan li her derê ne û haya wan ji her tiştî ji herkesi heye.

Wek ferhengên din ên înteraktîf li ser tirşikê jî tene herfên hûrdek hene. Dibên kesên li ser ferhengên înteraktîf dinivsînin piştî demekê ji herfên girdek nefffrrret dikin û qet naxwazin herfên girdek bikarbînin, rast e?

simurg56: Dema di kitêban de di cîyên xwe de tên bikaranîn çavên meriv nawestin lê dema li ser înternetê tîpên girdek hebin çavên meriv piçekî diwestin, xwendina nivîsê ne xweş dikin. Ji destpêka van ferhengên înteraktîf ve tîpên girdek qedexe ye, li tirşikê jî wisa ye. Yanî ku meriv bi tîpên girdek jî binivsîne sîstem wan vediguherîne tîpên hûrdek. Û rast e, piştî demekê di jiyana rastîn de jî meriv ji tîpên girdek aciz dibe, li cem min jî wisa ye lê ew ne derdekî ewqas mezin e.

Êdî gava dibêjin tirşik tavilê ferheng tê bîra min, ne xwarin. Bo wan kesên ku hîn jî nehatine û çavek, kevçîyek li tirşika ferhengî nexistine wek xwedîyê beroşê tu dixwazî çi bibêjî?

simurg56: Ji bo ku em xwe bigêhînin wan me gelek ked da. Di platformên sosyal de me kampanya çêkirin. Li hemû zanîngehan hevalên me hene, me ji wan re got. Wan jî li derdorên xwe reklama tirşikê kirin, li zanîngehan afîş hilawestin. Di gelek malperên nûçeyan yên înternetê de bi kurdî û tirkî nûçeyên tirşikê derketin. Yanî hemû rêyên ku hatin bîra me ji bo ku em xwe bigêhînin wan me ceribandin. Lê ferhenga înteraktîf di nav Kurdan de ne tişteke populer e, ne tişteke ku tê zanîn e. Em bi saetan nikarin fehm kirin bidin ferhenga înteraktîf çi ye, bi kêrî çi tê lê normal e. Ekşisözlük tevî ku li dinyayê destpêka vî karî ye di nav tirkan de pirr nayê zanîn. Wextekê serokkomarê Tirkîyeyê di axaftineke xwe de gotibû li ser pirsa ku jê pirsîbûn gotibû ‘’Ekşi çi ye?’’

Himmm, eger hat ku serokkomarê Kurdistanê ji me pirsî, go ‘’tirşik çi ye’’, em bi tek hevokekê jê re bêjin çi?

simurg56: tirşik ansîklopediyek subjektîf ya kurdî ye ku her tişt lê dikare were nivîsandin û loma wê di pêşerojê de ji bo lêkolînerên kurd bibe çavkaniyek bêhempa.

Gelek spas, em ê tirşikê her bixwin û bixwînin!

simurg56: li ser navê rêveberiya tirşikê ez jî gelek spas dikim. Bimînin di xêr û tirşiyê de.



23.07.2020 20:56 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevpeyvîna li gel vîrûsa korona
» omer hayvan
» baranparêz
» simurg56
» serhat neçîrvan
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî