3. Mirado di sala 1942’yan de, li gundekî kiçik a bi navê Gêra Cahfer, ku bi ser Kercosê ve ye, ji dayîk bûye. Navê wî yê fermî yê nasnameyê: Murat Gezici ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Îsayê Kinê ye. Dibêjin ku Îsayê Kinê beriya sed salî ji Biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cih bûye. Eslê xwe ji derdora Şengalê ne. Du birayên Mirado hene: Xelîl û Cemîl; û çar xwîşkên wî hene: Delal, Aliya, Sêvê û Cewahîr. Ew bi gotinek gelêrî “mitirb” in. Paşnavê wan ji navê dayîka wan tê; ev tişt jî di nava kurdan de tişteke girîng e ku vê pêşgotinê tîne li bîra mirov: “Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e.” Mirado heta 14 saliya xwe li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Wê demê birçîbûnek gelek mezin di nav welêt de hebû. Mirado di kiçikatiya xwe de zêdetirîn bi mamê xwe û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye û bi wan re geriyaye. Bi alikariya mamên xwe Yûsiv û Reşît, bavê xwe Ferho ribabê elimiye. Di çardehsaliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel li ser mûzîk û ribabê sekiniye û gelek baş fêr bûye. Di bîstsaliya xwe de dotmama xwe re dizewice. Dibêjin ku rojekê Mirado li gel mamê xwe Yûsiv di civatekê hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê rûniştiyê civatê û civat, pirsa wî ji mamê wî Yûsiv dikin. (Yûsivê Zekiyayê ku mam û xezurê Mirad bû. Tê gotin ku Yûsiv hunermendekî mezin bû. Tê gotin ku Mirad ji mamê xwe zêdetir kiriye.) Dibêjin “şagirtê te kî ye?” Yûsiv dibêje “biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne.” Li ser vê pirsê Mirad radije ribaba xwe û kilama “Bavê Seyrê” distire. Dibêjin ku her çendî Yûsiv strana “Bavê Seyrê” xweş distirand lê piştî vê civatê êdî Mirad bi kilama Bavê Seyrê ve hatiye naskirin. Yûsiv jî fêm dike ku Mirad, di bin re li malê li ser ribabê dişixule. Piştî demekê navê Mirad belav bû û roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de Mirad gihîşte xweserî û stîla xwe, û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bûbû “Miradê Kinê”. Li her dera ku Mirad diçûyê, gel xwe digihand Mirad ji bo ku li dengê wî guhdar bikin û eger bikaribin kasetekê li ber dengê wî tomar bikin. |
|
13.10.2013 05:33 |
zero
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |