Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
ciwanê 3 zimana zane lê xwe bi kurda nikare bide fêmkirin

ciwanê 3 zimana zane lê xwe bi kurda nikare bide fêmkirin

1. Ez im. Do cîranê me hate mala me û got " cêyrana me tune ye. " Ez rabûm çûm mala wan min tesîsata wan vekir, li otomata (qutiya şartêla ) wan nihêrî, paşê min nihêrte ku nêtara ( notr ) wan qut bûye. Ez çûm derva, min panoya wan derva vekir û nêtara saetê girê da û cêyrana wan berda. Heya vira ji bilî vekirina panoya derva ya qedexe pêve tu pirsgirêk tune ye. Arizayek asayî ye. Lê piştî ku min cêyran berda pêve îja cîranê me pirsî , pirsgirêk çi bû? Ez bi kurdî dibêjim fêm nake, bi tirkî dibêjim fêm nake, zimanê gerdûnî ji xwe qet nebêjin. Dikim nakim bi zimanekî tenê fêm nake. Xwêna wî du zimanê tevlîhev dixwaze. Yanê tirkmancî û qertafa " mîş " dixwaze bibihîse. Dema bi kurdiya resen jê re rave dikim, dibêje " ev kîjan ziman e? "

Werhasil wî kir û nekir min bi tirkmancî neaxivî û me tiştek nexist serê hev. Talî min go " dev ji pirsgirêkê berde, vaye min wê çareser kir, tu pirsgirêk nema "

Ji ber ku ev buyer pir cara tê serê min, û ez gelê pê hêrs dibim, min wê nivîsî. Lê divê ez herim qûrsên tirkmancî û hinek xwe pêşve bibim. An na nikarim bi vî gelî re têkiliya xwe dênim.



14.06.2020 23:34 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanên gay
» lênûska xer û guneha
» xwebişaftin
» kurdali
» bide min

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî