Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şorbeşîr

şorbeşîr

9. carna dibe xwarina rojê
carna jî dibe şîraniya piştî xwarinê
wek aparatîf *

ger hûn di firnê de bihêlîn ku ser wê bişewitê/biqemirê
ji were dibe şorbeşîra firnê jsjsj

ger hûn bixwazin çê bikin, ez tarîfa wê bidim we *
-2 lître şîr
-kulmek birinc
-150 gr şekir ( ger hûn nexwazin zêde şêrîn be, pewiste hûn hindik têxine)
-100 gr nîşasta
-2-3 parçe mestir
-1 kefçî vanîlîn
- hinek nivişk (ji bo rengê wê xweşik xuya bike/zer bibe)
nîşe: 12 zerik jê derdikevin (ger hûn bixwazin 6 zerik be, malzemeyan nîvenîvî bikin)

amadekirina wê:
divê di serî de hûn birinca xwe bikelênin, heya ku nerm bibe, piştî ku nerm bû, ji ava wê bi serifinên û deynin heya em şîrê xwe bikelênin.
me şîrê xwe deynabû, ser ocaxê, berî şîrê me bikelê, divê em şekirê xwe tevlî bikin û heya bihelê em tev bidin, pîştî ku şekirê me hela û şîrê me jî kelî edî em dikarin birinca xwe ya ku kelî bû û me ji avê safî kiribû, em diakrin berdin nav şîrê xwe.
lê divê wextê we birinc tevlîkir, bi hev re jî şîrê xwe bi amurekê (wek têla tevlîhevkirinê) tev bidin. bi pê re pê re jî nîşastaya xwe jî tevlî bikin (lê berî hûn tevlî bikinbi avê vê nîşastayê tev bidin, ji bo ku di nav şîr de wek kêsteka nemînê) û heya ku ew jî bihelê tev bidin, piştî ku hela êdî hûn dikarin mestir, vanîlîn û nivişkê jî tevlî bikin û heya qenc hev bigrê û bikêlê tev bidin.

pîştî ku kelî û binê ocaxê girt êdî hûn dikarin, şorbeşîra xwe berdine nava zerikên bi ax an jî zerikên alîmînyûm, ye kû di firnê tiştek bi wan nayê.
pîştî ku we vala kire zerikê xwe, zerika bixne nava sifrîyê firnê û avê berdin nav bera wan û zerika, ji bo ku binê zerikên we neşewitê.Di 200-250 C de, heya ku ser wan xweş şewitîn ji firnê derxin.
noşî can be *


edît:Çend taybetiyê amadekirina tarîfên şîraniya, kulîça û hwd.
-ji bo 1 lître şîr, 100 gr şekir dikevê nav de.
wek 1 lîtrê şîr=100 gr şekir.
(lê ji bo ku şorbeşîra me zêde bişekir nebê gramaja şorbeşîrê kêm e)

-an jî ji bo 1 lître şîr, 50 gr nîşasta dikevê nav de.
wek 1 lître şîr=50 gr nîşasta.

Ger hûn bixwazin pîvana vê zêde bikin, divê mînak ji bo 4 lître şîr divê 400 gr şekir û 200 gr nîşasta tevlî bikin, wekî din tiştê mayî li gor xwe hûnê eyar bikin *



05.06.2020 17:41 ~2021.05.31 11:18 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şorbeşîr

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî