Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
blues in botan

blues in botan

3. . xebata ferit sevim a berîya salekê çêkirî û nû de li ser platformên digital belav kirî ye. xebatek serkeftî ye. pentatonîkên bluesê bi awayek serkeftî li stranên herêma botan anî ye. yekê li vir bi gotinên beredayî û virto vala êrîşên ji zanînê dûr li camêrî kirî ye. ka pêşî here li teknîk û teorîya bluesê binêre. min li konservatuarê li ser muzîka rojavayî perwerde dît û ev rexneya vî camêrê li jor kirî virto vala ye. ferit bi yek gîtar û mizikayê bi soloyên xwe yên gîtarê bingeha stranan serkeftî dadgire. blues li ser pentatonikê dimeşe. mesele ew e ku tû bikarî wan meşa li muzîka xwe bidî xwarin ferît jî li muzîka xwe da ye xwarin. bila kesên nezan neyê li vir nutuka ne avêje. Vî camêrê li jor gotî ye "ferit ne hunermend e stranbêj e û muzîkên botan ji xwe re kirî ye alav û reklam" gelo haya te ji xebatên wî bi xwe heye ku tû van gotinên nêtxirab dikî? Heta niha wî bi xwe 11 stranên gotin û muzîk aîdê wî belav kirî ye. Biqasî dinyakê stranbêjên niha bi "cover"a nanê muzîka kurdî xwarî ye ji alîyê afirînerîyê Biqasî serê derzîyê tû tişt nekirî ye hûn ji wan re dibêjin hunermend lê ji vî cewherî re tiştên nebaş dibêjin. Ka camêr kengê li ser stranên gelêrî reklama xwe kirî ye? Ka xwe ker kin lo! Muzîka Blues ne muzîkek komplîke ye. Bi gelemperî li ser riffa dimeşe û rîtm û soloyên wê dîyar in. Ferît li ser van re giha ye û bi serkeftî li muzîka xwe dide xwarin. Dîsa vî camêrê li jor gotî ye "ferit ne gitaristek baş e" ferit niha di nav muzikjenên piyasa kurdî de yek ji wan kesên herî serkeftî ye. Ji xwe re dibêje "Blues gitarist" û rasterast vê dike. Li ser înstrumenta gîtarê kesê yekemîn ê Kurd ê fingerstyle dike ye. Û dîsa vî camêrê li jor gotî ye "gelek kom stranên botan berhev kirî ye" ji xeynî dengbêjan stranên resen ên botan kesê heta niha berhev nekirî ye. Bi nezanîya xwe ne axivin li vir. Ez yekî Şirnexî me ji gundikê remo ji çîyayê cudî ev çend sal e li ser muzîka rojavayî dixebitim û min zaningeha wê xilas kir. Bi kurtasî bi zanîna xwe bi dilê rihet dibêjim: ferît hunermend û gitaristek serkeftî ye! Bi yek gîtar û mizikayê ewqas karê orkestrayan nekare bike dike. Hê ciwan e helbet kêmasîyên wî hene lê ew ê di demek nêz de bibe welîahtê Ciwan Haco! Mafê kesê tune ye vî cewherî di nav xwe de tune bike. We çend hunermend wisa tune kirin bela xwe ji hunermendên wisa vekin!

Nîşe: Country, bluesa feqîrên çermspî yên emerîkayê ye, ango country jî formek ya bluesê ye
Nîşe2: forma yekemîn a Bluesê ji deltayên missisippiyê derketî ye. Ji ber wê formek ya bluesê jî "delta/missisippi blues"e. Qeyda yekem li dallasê hatî ye kirin
Nîşe3: muzîka bi qalîte ne bi qelebalixîya înstrumentan dibe, bi xweş bikaranîna înstrumentan dibe. Yek jî be deh jî be ferq nake. Mînaka vê "Boyce Avenue - Dream On" e.
Nîşe4: berhevkirina tarza gelêrî cuda ye, ya rojavayî cuda ye. Ferit yekem hunermendê berhevkirina stranên resen ên Botanê bi awayê rojavayî kirî ye
Nîşe5: nezanî zehmet e. Ger zanîna we li ser mijarekê tunebe bila fikra we jî nebe. Dibe ku tû ji hunermendekê hez nekî lê ev mafê antipropagandayê nade te, jû bi nezanîyê..
Nîşe6: stranên gotin û muzîk aîdê ferit ji coveran bêhtir e. 11 stranên wî bi xwe heye û 6 stranên cover jî heye.
Bila ev her şeş nîşe ji vî camêrê jor re bibe guhar



25.05.2020 23:10 ~2020.05.26 00:01 | lîfikê firaxê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
hişê çêkirî [1]
karîna maşîn û kombersên ku dikarin bi rêya algoritmayan teqlîda hîş, ...
pevçûna di navbera îsraîl û îran de [1]
Îşev(14/04/2024) Komara Îslamî ya Îranê bi drone'ên kamîkaze(navê wan ...
hişê çêkirî [3]
Bawer im dê barê mirovan gelek gelek siviktir bike, dê dema karan kurt...
operasyona t4 [3]
an jî action t4. Zarokên ku li gorî fermanê dimeşin bêyî ku zanibin...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hanî Mojtahedy-Gulbarîn
...
belki ev jî bala te bikişînin
» blues in botan
» botan international

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî