36. endamekî beredayî ye. tiştên provocative dinivîse. ji bo ku bibêje "ez ateîst im" diqîre û gotinên kirêt li pêxemberê dike. mihemed pêxember/119997
bi xwedê heke derbarê cenabê pêxemberê îsa da vê gotinên xerab û pîs bihata gotin, ne ez û ne jî piranîya tirşikvan me qebûl nedikir û tofanê radikir da ku ev peyam were birrîn. serbestî çi ye oxlim? xelk jî derbarê dê û bavê te da bibêjin û ew jî bibe serbestî! dibe?
gava ez diçim ji bo ku bajarên kevnare bibînim yên ku ji roma an ji yewnanistana kevin maye bigerim, car caran rastî perestgeha apolloyî jî têm. perestgeha apolloyî avahîyeka piçûk jî bibe, ji avahîyên din wek bazilika, pirtûkxane filan cuda ye. pîroz e loma. apollo xwedayê wan e. ez di hundirê perestgeha apolloyî ra derbas nabim. û der dora vê avahîyê bala’xw didim tevgerên xwe, hinekî din cidî dibim. kesên nezan jî hişyar dikim. te fam kir çima min ji te ra go vandal, êrîşkar û vikûvala? ne ji bo ku te piçûk xim. ji bo ku tu bi vê bêhişmendîya xwe ve jixwe piçûk î û kêmasîyên xwe didî der, min tenê xwest nîşanîya vê yekê bidim.
ev endam ne kesek muhim e. yekê rabe nezanî bike çi ye, neke çi ye. ev mesele esil bi hişmendîya moderasyonê ya tirşikê ve girêdayî ye.
Têbinî: me got peyama te şaş e, qiyametê rakir. Got azadî, serbestî, filanî û bêvanî. Va ye peyama xwe guherandiye. otosansur li xwe kiriye. Ax zaroktî, ax!
Wekî din, min şaheserek li ser wî nivîsandibû, moderator jê birine. hespêsor/121099 ax moderatorno, ax!
|