Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 48 peyam
mela enwerê mayî

mela enwerê mayî

1. ango enwerê mayî.

helbestvan, şoreşger û rewşenbîrê kurd, sala 1913an de li amedîyê ji dayîk bûye û 1963an de li başûrê kurdistanê çûye ser dilovaniya xwe. ew mela ye ku gelek beriya zemên û dewrana xwe jiyaye û gelek tiştên nû û modern bi gotinên olî di nav gelê xwe de belav kirine. herfên latînî yên mîr celadet alî bedirxan çê kirine pejirandine û di mizgefta xwe de fêrê feqiyên xwe kirine. û gotiye alfabêta latînî ji alfabêta erebî bêtir li kurdî têtin û li gorî îslamê jî caîz e.

min bi helbestên wî yên bi navên "pirsa min ji xwedê" û cewab ji terefê xudê yên ku 1ê tirmêha sala 1943an de di hejmara 16an a kovara ronahîyê de hatine weşandin ew nas kir. bi kurt û kurmancî mela enwer di helbestên xwe de ji xwedê pirs dike ka gelo çima gelê kurd, tevî ku ew jî evdên wî ne, evqas hejar, bindest û dîl in. û dixwaze ku xwedê netewa kurd hişyar bike û wan ji bêxwedîtiyê xilas bike. min helbestê nedît ti derê ku li vir binivîsim mixabin. risteyekê helbestê wiha ye:

Ji ber çi Xuda ev ji ber çi xuda
heta kengê ma dê bibin bê xuda


lê min ev helbesta wî ya din li ser maperek Here lînkê dît ku dide nîşandan çiqas mirovek li pêş zemanê xwe bûye:

Ji dewlet serê şêx û mela,
Jîna li Kurda bûye bela,
Hindî te dîrok xandî,
Çakî ji wan dîtiye gelo?
Herdem berê Kurda diden
Jarî û dîlî û teşqela,
Axa û şêx û sofi û mela,
Kêşaye nav Kurda xela.



13.05.2020 00:41 ~09:54 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» melayê bateyî
» mayîna bûta(büt)

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî