Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
yılmaz güney

yılmaz güney

33. derhênerek şoreşger e. Yek ji wan kesane ku teorî û kiryarên wî yekin. Li gor gotina xwe a demên tirkîyê dixwaze bibe şervanê şoreşa proleter, li gor axiftina xwey li parîsê dixwaze bibe zarokê kurdistana serbixwe û yekgirtî .

dibînim li vir bêyî xwe piçek biêşênin, çend tişt bixwênin hema bi awayek jixweber bi gotinên jiberkirî bi çend gotinan yilmaz guney ji kurdayetîyê bêpar nîşan dikin.

Ya yekemîn yılmaz güney ji tu alîyên siyasî ve bi ahmet kaya re nayê muqayesekirin. Jiberku di navbeyna wan de ji alî bîrûbawerîya siyasî, bîrdozî, ramanî û hişmendiya kurdistanî ferqek qasî çiyayê agirî bilind heye.

Gotina "piştî çûyîna ewrûpa evqas tûj bûye" bêbingehe. Yilmaz guney jixwe her tûj bû. Tu ferqa yilmaz û şoreşgerên nifşê 78 nebû, wî jî wek yên dî gotarên siyasî dinivîsî ú di hemûyan de qala têkbirina dewleta tirk dikir. Belkî stratejîya wî ne li gor stratejîya hêzên kurdistanî be lê wî hertim behsa şoreşa tirkiye-kurdistan dikir û haya wî ji rastîya kurdistanê hebû ku di gelek nivîsên berî çûyîna ewrûpa de mafê serxwebûna kurdistan , bêşert û merc qebûl dikir. (Çvk: yılmaz güney - siyasal yazılar s.135)

di fîlmên xwe de (aç kurtlar, yol, sürü ) jî bi awayek metaforîk behsa pirsgirêka netewî kirye. Guney, bi fîlmên xwe jixwe mêj ve, hê salên 70'yî de bûye egîdekî gelê kurd. Hin kesên payeya egîdî di berîka xwe de digerînin û belav dikin wî egîd nebînin çiye. Yilmaz guney ticarî kurdayetîya xwe înkar nekirye an jî jibîrnekirye ku li parîsê bêt bîra wî.

Em bên ser mesela ahmet kaya. Stranên wî yên xweş hene lê dema em li jiyana wî dinêrin bi uslub, awayê jiyanê û fikrên xwe mirovekî beredayî ye. Belê eynî wisan, mirovek bavsalar, entel, homofobîk û welatparêzek tirkiyeyî ye. Tu kûrahîyek fikrî pê re nîne. Li ser youtubê çend vîdyoyên wî yên demên rehet temaşe bikin hûnê jê bin şermê. Dema vîdyoyên wî seyr dikim dibêjim ne hunermendek qey zelamek 50 salî li qehweyeka semsûrê diaxive. Di bernameya show tv de methê mistefa kemal dike. Di wê şeva lînçê de jî, ne bi awayek serbilind, ne bi awayek jixwebawer behsa kurdayetîya xwe dike. Dibêje jiberku eslê min kurde ezê straneka kurdî çêbikim hûn jî piştevanîya min bikin. Belkî ev ji bo ahmet kaya gotinek mezin be lê ji bo gelê kurd gotinek ji rêzê ye. Û li ewrûpa jî nebûye kurdistanîyek, li wê derê jî behsa welatê xwe tirkîye dikir ku ji bêwelatî dicemidî.

tu mirovên xwenda, hinek bi mijarên bîrdozî ve mijûlbûyî vê muqayeseyê nakin, û encax kesek nezan bêje ahmet kaya ji yilmaz guney kurdtire nizanimçîktire.



11.05.2020 11:40 ~11:44 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol