Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 24 peyam
    ferdinand

    ferdinand

    2. anîmasyonek kombersê ya 3d ye. ji çîroka munro leafî hatiye adaptekirin a ku bi heman navê ji bo zarokan di sala 1936an de hatiye weşandin.

    mirov bi hêsanî nêrîna queer theory tê de dibîne. karektera me naşibe mîna cûreya xwe. naxwaze bi qayîdeyên heyî yên civakê bijî û ji ber wê jî dibe yek ji "yên din" yên ku zeîf in, yên ku reben in, yên ku yek ji qurbana bijartina xwezayî ne, yên ku gunehkar in, yên ku sûcdar in... lê di esasê de ji ber "sebebekê ne-civakî" nayên xwestin ji aliyê civakê ve, car carnan ji aliyê dêûbav û malbat û xwişk û bira û heval û hogiran ve... redkirin, dûrxistin û gelek caran mirin an kuştin têkilî vê "nexwestinê" ne.

    lê helbet çîrokekê zarokan nikare bibe tije trajedî. divê xweşî û hêvî jî bide zarokan. nivîskar ev kiriye. kesek te qebûl neke jî û daxwaz û xisleta te bizehmet bin jî divê tu dev ji jiyînê bernede, jiyîna ku tu dixwazî. û divê tu guh nede peyv û xeberên kesên din ên ku tu ji jiyanê sar dikin, qîmeta te dixin an biçûk dikin.

    divê ev pirtûk/anîmasyon bikin dersek û di xwendingehan de bidin xwendinkirin an temaşekirin. ji ber ku di zarokatiyê de/ di ceheltiyê de pêdiviya gelek zarok bi rolmodelan dibe. gelek caran ji ber tunebûna mînakek hêvî-avaker, di şerê navxweyî ya mezinbûyînê de gelek birînên xedar dibin. him yên rastî him yên ruhî.

    gayek ne mecbûr e bibe şervan û bi matadorên kujer re bikeve nav pevçûnê. gayek dikare bibe kulîlkvan jî.

    (bnr: alegorî)



    2020.05.09-18:55 ~19:03]| biruya hayao miyazaki

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    fisherman
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    mirin [2]
    gelek şêweyên wê hene, şêweyek jî ya edebî ye, kehanetek tê de heye he...
    vîrûsa koronayê [2]
    vîrûsa ku derfet daye herkesî ku propagandaya bawerîyê xwe bike. ji...
    sepana tirşikê ji bo telefonên jîr [2]
    dîyar e hewldaneke wisa hebûye wextekî, gelo niha em li kû derê ne? ka...
    xapandina kurdan [4]
    Mijara ku dixwazim peyamekî re bersiv bidim. "kurd êdî ne kurd...
    kovara kurdeçîrok [1]
    kovara ku rastî bûyerekê bêbext hatiye. Belkî yên dizanin hebe, ew a k...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ferdînand de saussure

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî