Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cûreyên prîzê ceyranê

cûreyên prîzê ceyranê

1. cûreyê prîzê ceyranê 14 heb in. hemû cûre heman karî dikin lê belê teşe û nirxên xebitandina wan cûda ne. li jêr hemû tîpên prîza kêlî bi kêlî hatine rave kirin.

»»»tîpa a:

prîzên bi tîpa a li nêv û bakurê emerîka û japonya tê bikar anîn. navê wê yê fermî nema 1 e. di vê cûreyê de xeta axê tuneye.ev pergal li gor nirxên 15 amper, 100-127 volt, 60 hertz dixebite.

»»»tîpa b:

ev cûre prîz li gor tîpa a xeta axê dihewîne. ji ber vê çendê di vê cûreyê de 3 qulik heye. navê wê yê fermî nema 5 e. ev cûre li dya, kanada, meksîka û japonya gelekî tê bikar anîn. cihê ev prîz lê berbelav be, fîşên tîp c, g, i, l, n
nayên bikar anîn.

»»»tîpa c:

ev prîzê 2 serî li asya, awropa û emerîka başûr berbelav tê bikar anîn. navê wê yê fermî cee 7/16 ye. di vê tîpê de xeta axê tuneye. di nirxên 2.5 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite. ev cûre bo voltajên bilind nayê bikar anîn lê belê bo tv, radyo û amûrê şarza baş e.

»»»tîpa d:

ev tîp prîz û fîş li hîndîstan pir tê bikar anîn. ev pergala 3 qulik de xeta axê jî heye. di nirxê 5 amper, 220-240 voltû 50 hertz de dixebite. herwiha ev tîp bo voltajên bilind jî kare were bikar anîn.
ev cûre prîz heya 1947 an li îngîlîstanê hatiye bikar anîn û bi qoda 546 dihat zanîn.

»»»tîpa e:

ev tîp li fransa, belçîka, slovakya, polonya û çekya tê bikar anîn. wekî din li hin deverê romê jî tê bikar anîn. ev cûre heya 16 amper herk jî radigre û di nirxê 220-240 volt de dixebite. navê wê yê fermî cee 7/4 e.

»»»tîpa f:

ev tîp li hin deverê romê, li çend welatê ewropa û rûsya, brîtanya tê bikar anîn. ev cure di nirxê 16 amper, 220-240 volt û 50 amper de dixebite. piştê şerê gerdûnê yê yekemîn almanya vê cûreyê nûveda. li romê û bakûrê kurdistanê ev cûre tê bikar anîn.

»»»tîpa g:

ev prîza ku navê wê yê fermî bs 1363 ye, piranî li brîtanya, kibris, sîngapûr û hong kong tê bikar anîn. 220-240 voltî de heya 13 ampera jî ev pergal pihêt e. weke standarta îngîlîz jî tê zanîn.

»»»tîpa h:

ev pergala ku xeta axê têde tune li îsraîl û filîstîn tê bikar anîn. di nirxên 16 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite.

»»»tîpa i:

fîş û prîzên daxilî vê pergalê dibin, gelemperî li awûstralya, zelanda nû, çîn û arjantîn tê bikar anîn. ev pergal di nirxê 10 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite.
fîş û prîzên vê pêrgalê di pergalê din de nikarin bên bikar anîn.

»»»tîpa j:

ev cûre li îswîçre,lîhtenştayn û rûanda berbelav tê bikar anîn. ev pergala xwudî xeta axê, fîşê tîpa c jî dide xebitandin. wekî din jî di nirxê 10 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite.

»»»tîpa k:

piranî ev sîstema ku li çîn, danmark û gronland tê bikar anîn bi nirxên 16 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite. hesinê serê fîşên vê pergalê nîv girover e.

»»»tîpa l:

fîş û prîzên navê fermî cei 23 16/vii, piranî li îtalya, kûba û şîlî tê bikar anîn. standart di nirxên 10-16 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite. herwiha ev pergal bi fîşên tîpa c jî dixebite.

»»»tîpa m:

ev cûre gelemperî li efrîka berbelav e. ev pergala ku xwudî xeta axê di nirxên 15 amper, 220-240 volt û 50 hertz de dixebite. lê belê ev pergal bi tîpên din naxebite.

»»»tîpa n:

ev pergala 3 qulik li brezîlya û komara efrîka başûr tê bikar anîn. ev pergala xwudî xeta axê navê wê yê fermî iec 60906 e. di neqeba 220-240 volt de dixebite.


Here lînkê



09.05.2020 17:32 ~17:33 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cûreyên plastîkan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî