Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
müfid yüksel

müfid yüksel

12. Li ser Twitterê gotiye kürtçede sekuler dil devrimine karşıyız Yanî gotiye em li dijî şoreşa sekuler a zimanî ne.
Niha yên ku fêm dê nekin behsa çi dike ezê piçekî zelaltir bikim nîyeta wî.

Wek tê zanîn yuksel kurdekî ji bêtlîsê ye. Mirovekî dîndar e ji bo wî cara ewil dîn û îmana wî girîngtir e. Dûre bi qasî ku desthilatdar destûr didiyê zimanê wî tê.
Müfit xwe spartîye akpyê, nanê xwe ji akpyê dixwe, mexdûrê Kemalîzmê ye, lê mexduriya wî ya ji kemalîzmê ne ji qedexebûn û înkara kurdî ye. Mexduriya wî tirkîbûna ezanê ye, qedexebûna medresê û tarîqatan e. Yanî ger kemalizm li Tirkîyê li dijî hemî obje û kirûyên dinî, îslamî tevnegeriyaba kêfa wî dê xira nebûya.
Bi kurtasî qedexeya zimên û red û înkara nasnameya kurdî û Kurdistanê ne xema wî bû.

Wek tê zanîn piştî avabûna Komara Tirkiyeyê Ataturk ji bo pêşdebirina zimanê tirkî saziyek ava kir (sazîya Zimanê Tirkî) ew sazî heta roja îroj jî bi butçeya xwe ya mezin ji bo pêşxistin û geşkirin û pêşvebirin û modernkirina zimanê tirkî kar kir, xebitî. Berîya sed salan ger hezar peyv hebîn ti tirkî de 50 hezar jê erebî bû, 30 hezar jê farisî û fransizî bû û gelek peyvên dî jî ji zimanên bûn. Belkî di sedî de deh peyve jê bi tirkî bûn. Yên bêjin qey ez mubalaxa dikim ca bila herin tekstên kevn bixwînin, Hama pirr dûr neçin herin xitabeta Ataturkî ya ji bo ciwanên tirk nivîsîye bixwînin.
Ez sazîya tirkan karekî pirr baş kir îroj li Ferhenga tirkan hejmara peyvên tirkî ez ne şaş bim ji sedî 70'yê zêdetir e. Carinan peyvên zirecêb jî afirandin lê dawiya dawî em dikarin bêjin hefsara xwe Hama bêje ji ereban xelas kirin.
Ev ji bo zimanekî şoreşek e bê guman. Wa tiştê ku zora yuksel diçe ev e. Ji erebî paqijkirina zimên! Yanî eger zimanek ji binemala xwe dermale bibe û peyvên nû çêke û xwe ji peyvên erebî û farisî xelas bike li gorî yuksel ev şoreşeke sekuler e.
Tê bêjî qey di rojê de pênc dan ji bo xurtbûna kurdan û geşbûna kurdî serê xwe diêşîne. Di vê yekê de tu mafê wî tune ye ku bistexile. Bila ji xwe re di trtyê de şellafiyê bike, bêje ez alim im lê hîç behsa zilm û zordarîya hikûmetê neke, xwe li ber dilê Efendîyên xwe xweş bike.
Belkî nihal atsiz şîret ji bo kurdî li xelkê bike ezê qîmetekê bidim gotinên wî, lê dema kurdên wek yuksel qewîtî û şîret û aqil didin kurdan ez hîç nikarim bi tolerans bim û guh bidim peyvên wan ên erzan ku bi salan ji bo îqtîdareke yobaz û kevneperest a rejîma tirkî xebitîne...



09.05.2020 11:14 ~11:18 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» müfid yüksel
» yüksel hoš

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî