Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî

ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî

1. ferheng bi armanca standardkirina guhertoya nivîskî ya peyvan hatiye amadekirin. di esasê de ev xebat ji bo pêdiviya le monde diplomatique kurdÎ hatiye destpêkirin. ji ber ku di nav nivîskarên wan de di nivîsîna heman peyvê de cudahî hatiye dîtin û ev jî ji bo dîmena zimên a rojnameyê nebaş daye xuyakirin. her wiha bi amedekariya m. malmîsanij û bi hevkariya mistefa aydogan, zana farqînî, newzad hirorî, huseyin kartal, remzî kerîm, mahmûd lewendî, m. emîn narozî û reşo zîlan ji weşanxaneya rûpelê derçûye.

berê peyva hilbijartî (carcaran ji bo peyvek du guherto hatine hilbijartin) û heke hebe zayenda wê tê dayîn, piştre guhertoyên wê peyvê tê rêzkirin, piştre jî tirkiya peyvê tê dayîn. wele bila ne derew be, çi xêra tirkî tê de heye min fêm nekir, ji ber ku ev rêbereke rastnivîsînê ye, ne ferhengek du zimanî ye. ha, heke ji tirkî ber bi kurdî bibaya û li ber tirkî tenê guhertoya hilbijartî jî bidana wê gelek baş baya, bo wergeran.

her wiha pirsgirêkek din jî ev e: ji xwe yên ku wê vê ferhengê bi kar bînî, ji bo guhertoya hilbijartî hîn bibe, wê ferhengê veke. ji ber wê ye, divê hemû guhertoyên peyvan bibin made û divê her made jî xwîner bibe ser guhertoya hilbijartî. çima? mîsal min xwest li vîrikê binêrim, ka gelo kîjan guhertoya vê peyvê hatiye hilbijartin. lê dinêrim ev di ferhengê de tuneye. divê ez zanibim ku guhertoyekê wê ya bi formê fîrik heye û ew hatiye hilbijartin. niha heke ez vê guhertoyê nizanibim, ez ê tu xêrê ferhengê nebînim. yan jî divê bi ya zanebûna xwe yek bi yek guherînên dengan biceribînim ku ev jî barek mezin dide bikaranîna ferhengê. helbet heke hemû varyant bikin sermade, wê hejmara rûpelan sê çar qet zêdetir bibe. lê mecbûr in, kesên ku guherîna peyvan nizanibe, û rabe di ferhengê de li peyva çevçevokê bigere, kê dikare wê peywirdar/berpirsyar bike ku divê rasterast here madeya şevşevokê. herkes ne zimannas in, an jî zimannasî nakeve zeviyên balkêşiya herkesî û ji xwe ya giringtir jî ev e ku ferheng ji bo hêsankirina vê hêranê hatiye amadekirin ne ku xelk bike zimannas.

bi min hemû çapemeniya kurdî -rojname, kovar an jî weşanxaneyan divê vê ferhengê binirxîne da ku kamiltir bibe. îro meseleya herî mezin a kurdî ev e, ne î ya berî y yê ye.

wekî mînak li wêneyê binêrin, peyvên pîrebok, kûsî, kergoşk/kerguh, piçûkçik, piçûk, pêşnîyaz, pêşnîyaz kirin tê de ye.

Here lînkê



07.05.2020 13:26 ~14:15 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga termên fenî
» kurdî-dera cizîrê
» kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe
» tirkî çiqasî tirkî ye?

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî