113. Sal bûye 2020 lê hê jî kawa Nemir bi tometa 'nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye.' tê tawanbarkirin.
Cara ewil di kurmancî de hevok wek 'ti tiştî fahm nake ye' xelas nabe. Yanî ew ye'ya tirsikvên zêde ye.
Ger têgihîştina me ev be jixwe emê bêjin kawa jî nizane çi dibêje.
Te dît ji bo tutunamayanlara oğuz Atay tê gotin 'yek jê kitêba herî zêde tê firotin û yek jê kitêba herî kêm tê xwendin' ez bawer im kitêbên kawa Nemir jî dikevin vê klasmanê. Hama bêje min hemî kitêbên kawa xwendine. Yên dibêjin kurmancîya wî nizanim çik e gelo çend kitêbên wî xwendine?
Ez jî ji wergerên Kawayî fêm nakim lê ew problema kurmancî ye çimkî çand û edeta wergerê hê baş rûneniştiye yani kurmancî baş li wergerê sor nebûye yani kirasa wergerê li kurmancî nayê tefsilandin. Jê re sal û wext divên. Ez Hama bêje ji hemî wergeran eciz im.
Lê hûn bêjin em ji berhemên resen ên Kawayî fêm nakin divê ez vê pirsê bikim; te bi çiqasî kurmancîya xwe edilandiye, kemilandiye? Tu bi çiqasî peyvên gewre yên kurmancî xitim kirine? Çend sal te li ber fêrbûna vî zarî li xwe kirine zilumat?
Ji vir çend sal berê min jî digot ez jê fêm nakim lê dûre min got ez ê hemî kitêbên wî bistînim û bixwînim, gelek li ser xebitîm jî ez ji we re vê yekê bêjim eger Kurdistan ne bindest bûya û zimanê kurdî ne qedexe bûya muhtemelen zimanê kurdî di newala xwe de ber bi kurmancîya kawa nemirî biherikiya. Ferhenga kawa gelek zengîn e. Hama bêje ji hemî devok û zaravayan peyv, bêje û gotin di turika wî de hene.
Kes bila qebheta kêmasî û qusûrên xwe li stûyê kawa Nemirî bar neke
Û ji kerema xwe re dev ji rexneyên klişe û ezberkirî yên panzdeh salan berdin. Ger jê ne kêfxweş bî dikarî jê dûr bî
|