Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 48 peyam
hesûdîya kurdan

hesûdîya kurdan

1. Yek ji taybetmendîyên karakterîstîk a kurdane. Çawan her netewekî hin taybetmendîyên karakterîstîk hene, bo mînak alman bidisiplîn, japon xebatkar, ereb dinyanedîtî, her wiha kurd jî hin taybetmendîyên karakterîstîk hene. Lê ev îdîaya min helbet ne agahîyek hatiye qebûlkirine. Nizanim netewên dî kurdan çawan dibînin. Dibe ku wek miletek bextreş û aşiqê serokan bibînin. Lê ji hindir ve dema ez bala xwe didim dîrokê, siyasetê û jiyana rojane hesûdîyek resen dibînim.

Hesûdî taybetmendîyek jiyana gundewarî ye, ji ber têkilîyên cîranî çavnebirî li mirovan peyda dibe. Heger mirov bi perspektîfek berfirehtir lê binêre helbet ev pirsgirêka hemû mirovane, heta ku heywanên hesûd jî hene. Lê di nav kurdan de ev taybetmendî gelek xurte û zora taybetmendîyên dî birye. Kurd ji ber vê çavnebirya hev, naxwazin mirovek ji nav wan serbikeve. Fehma dijberîyê (reqabet) nav kurdan de hinek berovajî dixebite. Şûna kesê serneketî yê serkeftî bike mînak û hewl bide ji wî bibore, dibêje na madem ez binketîme bila ew jî binkeve û berpînek didêne ber pîyê kesê serkeftî û zeppû li erdê dixe.

Bi qewlê fuad onen kurd neteweke jêrdesthilate. Hema bêje hemû hêzên kurd ên siyasî desthilatek bin nîrê desthilata dagirkeran dixwazin. Gelek caran desthilata biyanî qebûl dikin lê qet desthilatek ji nav kurdan derketî napejirînin. Mînakên dîrokî jî, yên îroyîn jî zehfin

Li herderê rastî vê hesûdîya kevnar têm. Cûreyek hesûdîya zayendî jî heye. Bi taybetî jinên kurd ji hev dihesidin, alîkarîya hev nakin. Bo mînak dema ez bala xwe didim şîroveyên li ser hêja netirk û hin jinên hunermend dibînim ku %95ê şîrovekaran mêrin. Yanî ev ne tesadûfeke ku tenê mêr hij berhemên hêjayê bikin û jin hijê nekin.

Hesûdî tiştek pîse, dil diqurmiçîne, em hij hev bikin, li gel rexne û şîroveyên carna tirş carna şîrîn, piranî mizeyt bi hevre pêşbikevîn *



04.05.2020 20:02 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesûdîya kurdan
» kurdan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî