2. hûnikîya şeva havînê ya piştî qelekijêna roja wê şevê dilê mirov xweş, ronîya stêrkên geş (vê serdemê êdî xuya nakin.. winda, kêm bûne.. sedema kêm bûyîna wê geşîya xwezayî ya xweş, zêdebûyîna geşîya sûnî ya nexweş e.. dibêm qêy li gundên kêm ampûl hê jî ew stêrkên jidil stêrk hê jî hene, nizam) dilê mirovî jî geş dikin.. razana di nêv wê hûnikî, xweşî û geşîyê de jî dikarî bêjî mirovî ji nûve diafirîne, zînde dike.. sibehî zû bi bangkirina datlîfiroşan jî kêfxweşîyek cuda dide mirov, jixwe behsa tama wan datlîyan nakim jî.. "were dûbelî daaaatlîyaa!" |
|
02.05.2020 04:14 |
bacanêfiringî
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |