Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
karl marx

karl marx

13. Karl Heinrich Marx di 5ê Gulana 1818an de li Trier a yek ji bajarên Almanyayê hatiye dinê. Fîlozof, civaknas, aborînasê polîtîk, dîroknas û sazûmankarê sosyalîzma zanistî ye. Di ciwanîya xwe de Hegelîyên Ciwan nas kir û peywendî bi felsefeyê re danî. Li zanîngehên Bonn û Berlîn perwerdeya hiqûqê stand. Ji fîlozofên wek Spînoza, Hegel, Feuerbach feyz wergirtiye û bandor li gelek fîlozof, siyasetmedar û şoreşgerên sedsala 20emîn kiriye û hîna ramanên wî tên nîqaşkirin. Karl Marx di sala 1843an de bi dergistiya xwe a bi navê Jenny re zewicî û ji vê zewacê 7 zarokên wan çêbûn , lê ji ber şert û mercên Marx di nav wan de tenê sê zarok gihîştin emrekî dirêj. Karl Marx di 1843an de dest bi nivîsîn û sazkirina ramanên xwe kir. Di sala 1844an de wî li gel hevalê xwe yê herî nêzîk friedrich engels Manîfestoya Partiya Komunîst weşand, ku ev beyanname di cîhanê de yek ji pirtûkên herî zêde hatiye wergerandin û xwendin e. Karl Marx digot, "fîlozofan heta îro bi awayên cuda tenê cîhanê şîrove kirine, lê ya girîng guhertina wê ye. Marx ji ber fikrên şoreşgerî pêşî ji Prûsya, dûvre ji Fransa tê mişextîkirin û koçî Brîtanya dike, heta dawiya emrê xwe li London dijî.

Marx ji ciwanîya xwe heta roja mirinê hemû ked û jîrahî û ramanên xwe ji bo hilweşandina pergala kapîtalîst û avakirina cîhaneke komunîst bi kar anîye. Karl Marx bi gelemperî serê xwe bi ravekirina têkilîyên ked û sermiyanê, kapîtalîzmê, dîrokê, avahîya civakî, materyalîzma dîyalektîk êşandîye. Berhema wî ya herî navdar Kapîtal e ku ji sê bergan pêk tê. Berga yekemîn ji alî Marx ve tê weşandin, berga duyem û sêyem bi nîşe û çavkanîyên Marx ji alî Engels ve tê çapkirin. Navê çend pirtûkên wî yên din ev in: Bîrdozîya Alman, Li Fransa Şerê Çînî, Malbata Pîroz, Grundrisse.

Karl Marx di sala 1864an de beşdarî enternasyonala yekemîn bû û ji bo yekitîya karkerên cîhanê xebat kir. Piştî têkçûna komuna parîsê pirtûka bi navê Li Fransa Şerê Navxweyî dinivîse. Di pirtûka Rexneya Bernameya Gotha de li ser mijarên rêxistina partiya karkeran, ji kapîtalîzmê derbasbûna komunîzmê disekine. Karl Marx li gor otorîteyên ramanî giregirekî felsefeyê ye. Sartre ji bo Marx wiha gotiye: bêyî guh dayîna wî tu zanîst nayên kirin.

Li ser jiyan û berhemên Marx bi sedan pirtûk hatine nivîsîn. Romana bi navê Dizîna Agir ku ji pênç bergan pêk tê jiyana Marx û serdema wî vedibêje. Marx di 14yê Adara 1881an de jiyana xwe ji dest dide. Li ser kêla gora wî wiha dinivîse:
Karkerên hemû welatan, bibin yek!



19.04.2020 21:19 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» karl haoushofer
» marxîzm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî