Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 63 peyam
hayao miyazaki

hayao miyazaki

9. nhk (Japan Broadcasting Corporation) dokumanterek qala hayao miyazaki di malpera xwe de diweşîne: 10 years with hayao miyazaki. du beş in. miyazaki destûr daye tenê yek kesî ku wî bide ser fîlmê. di beşa pêşîn de pêvajoya çêkirina ponyo on the cliffê tê ser dîmenderê û temaşevan dibîne ku afirînerê me yê delal mîna dayikên helkî yên ku bi êşa zikê xwe, xwe diavêjin vê derê û wê derê, fîlma xwe ya nû difikire û riya xwe ava dike. gelkî kêfa min jê hat.

dokumanter nîşan dide ku miyazakî ketiye bin neleta my neighbor totoroyê ku fîlmek wî ya serkeftî ye û pir jê hez dikim. piştî vê fîlmê/totoroyê tu lehenga fîlmên wî qasî wê nebûye navdar û bifikirin ku piştî wê, fîlmek wî xelata fîlma herî baş a oscarê standiye ku ji her aliyê ve ev cara yekem e di cîhanê de. lê nelet nelet e.

her wiha destûrê nedaye layê xwe goro miyazaki ku fîlmê bikişîne ku fîlma wî ya bi navê tales from earthsea bi rastî jî di bin bandora bavê wî de maye. di dokumanterê tê dîtin, hayao bo layê wî nekeve bandora wî jê direve.

(vebijarka tirkî jî di jêrenivîsan de heye)
Here lînkê



04.04.2020 21:32 ~21:46 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol