Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
a song of ice and fire

a song of ice and fire

1. stran a cemed û agir. ev rêzeroman ji heft pirtûkan pÊk tÊ. heta niha 5 jê hatine weşandin û ji bo her dû pirtûkên di rêzê de çavê xwendevanan li rê, destê wan jî li ser dil e, ne george r. r. martin bimre hêj pirtûk temam nekirî.
navên pirtûkan qasî naveroka wan xweş û klas in, hemî jî raveka nav in:
1: game of thrones (leystokên text)
2: a clash of kings (pevçûna qralan)
3: a storm of swords (bahoza şûran)
4: a feast for crows (ceşneya qijikan)
5: a dance with dragons (dîlana ejderhayan)
6: the winds of winter (bayên zivistanê)
7: a dream of spring (xewna biharê)

hbo di sala 2011'an de bi navê game of thrones rêzefîlma pirtûkan di 8 sezonan de weşandiye. zêde cudahî di navbeyna rêzefîlm û her sê pirtûkên pêşî de nîne, lê ji cejneya qijikan pê ve ferqek berbiçav di pirtûkan de tê dîtin, gelek bûyer û lehengên romanê di rêzefîlm de nayên nîşan dan, serborîya hin lehengên rêzefîlmê jî bi awayek cuda tê nexşandin.

her çiqas roman di kategorîya fantazî de ye serpêhatî û hêmayên beşerî pir zêdetir in, heger ejderha û artêşa mirîyan jê derbêxî dibe romaneka têkoşanên lordên brîtanya di serdema navîn de. nivîskar xweyî sebrek bêdawî, asoyek balepal û mejîyek ecêb e ku ji 1001 xurdeyan pêk tê, her yek bi xirûxedelên pîrejinan miş et. bi hûrbûna ser lehengan durûtî, sextekarî, bêbextî, dilsozî û veguherîna mirovan ron kirye, bi xirecira navbeyna lordan de jî dîsa arezûya devlixwîn a serdestîyê rave kiriye. di vê gerdûna nivîskar avakirî de nirxên wek dilovanî, dilsozî, edalet ku mirov her bilind dikin hema bêje qet nînin. nivîskar piranî reşbîn e, êrîş dike hêmayan. kes ne wek dîtina xwe ye. bo mînak: ned starkê herî tê hezkirin û wek lordek bişeref tê zanîn paşê derdikeve ku ji paş ve bi nemerdî şovalyeyê herî çeleng arthur dayne kuştiye.



08.03.2020 18:38 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» songpop
» icetea
» andrey tarkovski
» firebase

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî