Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the wind rises

the wind rises

4. yekemîn anîme ye ku min temaşe kir. bi vê fîlma xwe gelek xelatan standiye.
fîlm di derbarê salên şerê cîhanê ye. wan salan çiqas bobelat hatibin serê japonyayê, hemûyan di fîlmê de cî girtine. di fîlmê de tim tê dubarekirin ku japonya li gorî welatên rojavayî 10 an jî 20 salan maye di şûnde û loma him xemgîn in him jî bi vê yekê motîve dibin.

min ji fîlmê hez kir. di hinek derbarbûna sahneyan de heçko kêmasîyên peygirêdanê hebû. mîna fîlmên tirkan yên berê. ji ber ku ev yekemîn fîlmê vî derhmnerî bû ku min temaşe kir, nizanim, lê belkî tiştek derbarê şêweya wî be.

min fîlmê bi wergera gumgumok ya kurdî temaşe kir. bi rastî bêyî problem min fîlmê bikeyf temaşe kir. destên wî sax bin. ji ber ku ew bixwe jî wisa dixwaze, ez ê rexneyên xwe ji bo pêşvebirinê, lê bikim.

1- hema bêje hemû peyvên bi kar anîbû, yên standart bûn. lê wan peyvan bi awaya bilêvkirina xwe, nivîsandibû.
binnivîs ji serî heta binî wisa bû lê ez dîsa jî çend mînakan bêjim:
ênine: anîne
sûnd: sond
biqeherê: biqehire
bikar ênin: bi kar bînin

nizanim çima peyva "bêdewlet" jî di wateya "bê edalet" de hatibû bikaranî. ez pê kenîyam çimkî hevok wisa bû: "kekê tu zehf bêdewlet î."
min ji xwe re got, erê welle em hemû wisa zehf bêdewlet in, bi taybetî jî ihb.

2- hinek peyvên bîyanî, wek xwe mabûn. weke mînak:
iodîne: mirov bigota tendurdîyot, wê herkesî fêhm bikira. an jî rasterast "dermankirin" jî wê kêr bihata.
çend peyvên din jî wisa hebûn lê nayên bîra min.


weke din qisur jê re tune bû. fîlmê jî ji herkesî re pêşîyar dikim. tê de dîmenên gelek xweşik hebûn. lê ez bawer im ez ê vê fîlmê her tim bi wê sahneya ku dema caproni ji balafirê peyda dibe, pêşîn hêdî paşê bilez lingên xwe dibezîne û mîna balafirekê laşê xwe datîne erdê.


min versîyona hêdî ya binnivîsê jî amade kir û bi wê temaşe kir. min wê versîyonê li rûpela fîlmê bar kir, hedçî dixwaze dikare bi kar bîne: Here lînkê



08.03.2020 08:58 ~2020.03.11 21:59 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the'ya îngilizi û di'ya kurdî
» windows 10

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî