Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
giyagewrik

giyagewrik

1. Bi kurdî “giyagewrik“

Bi latînî “salvia officinalis”

Bi îngilîzî "sage"

Bi tirkî “ada çayı”



Giyagewrikê, navê xwe yê kurdî ji rengê belgên xwe yên gewr girtiye.

Gelek cureyên giyagewrikê hene. Li ser reha xwe wek 30 – 75 cm a bilind dibe. Kulîlkên mor-belek vedide. Rengê hinek cureyan jî pemboyê zelal û spîçolk e. Belgên wê bi pûrt in û rengên wan keskekî gewr e. Şilfên (çikilên) belgan darokî ne û ji bo çayê nekêrhatî ne. Toximê gîhagewrikê pir hûrik in û reng kehweyî ne.



Giyagewrik ji toximê xwe bi rewşeke xwezayî li hev zêde dibe. Ji şilfan jî bi merîfetê kesan reh digire. Li serê çiya bi xwezayî digihêje. Di zevî, baxçe û guldankan de jî digihêje. Hinek di baxçeyan de wek rehekeke xemilandinê jî bikartînin. Her sal li ser reha xwe, xwe teze dike.



Berhev kirin û hişk kirina giyagewrikê di mehên pûşper û tîrmehê de ye. Çaya belg û kulîlkên giyagewrikê pir şifadar e.



Kêrhatinên giyagewrikê:

Giyagewrik, ji bo nebaşiyên gewrî, aşik (mîde), doran (rovî) û hezma xwarinan re kêrhatî ye. Ji bo nerm kirina qefesê, derbirina bayê doranan û piştevaniya saxlemiya bedenê encamên baş dide.Çaya kulîlkên giyagewrikê wek gargara pariyê dirana û êşa gewriyê di domana demê de qenc dike. Li ser êşazirav (werem) û nefestengî (astim)ê jî sûddar e. Gîhagewrikên çolê ji bo çayê bêtir kêrhatî ne.



Amade kirina çaya giyagewrikê:

Ji bo fîncanekê kevçîkî şirînayê giyagewrik di ava kelandî de tê kemitandin. 10 deqîqe şunde tê parizandin û rojê 3 – 4 fîncan tê vexwarin. Bêhna çayê jî pir xweşik e, nefesê vedike.



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:54 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» giyagewrik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî