6. vladîmîr vladîmîrovîç mayakowskî. helbestkarê komunîst. 1893'yan de li gurcistanê ji rehma diya xwe derketye û çardê avrêla 1936'an de gulleyek kirye dilê xwe de! li rûsyayê di hêla wêjeyê de yek ji damezrênerê futurîzmê ye. tesîr li gelek helbestkarên kurd û cîhanê kirye. di helbestên wî de coş û heyecana şoreşê mîna rep repa lingê leşkerê sor xwe dide der. helbestên derbarê çîna karkeran de zindî, tîndar, kesîf e; heman demê de hin helbestên wî de melankolî heye. di helbesta bo hezkiriya xwe lîlî brîk wek nameyek nivîsîyî de lûtkeya eşqê digihîne erşê. bi dastana lenîn jî berhemek bêhempa diyarî partîya komunîst a yekitîya sovyetan dike. |
|
03.03.2020 19:51 |
hespêsor
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |