Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
once upon a time in hollywood

once upon a time in hollywood

1. filmê herî xirab ji malbata "once upon a time...". fîlm ji serî heta binî bi peyamên nexamtî hatiye dagirtin û bingehê wan jî rasterast digihe bîrdozîya burjuwa. bîrdozîya burjuwa xweyî gelek şax û dest e ku kîjan jê re kêrhatî be bikartêne. xizmetkarên vê bîrdozîyê dikarin di heman filmî de bi faşîzmê jî, bi lîberalîzmê jî heta ser navê femînîzm û demokrasî jî karê xwe pêkbênin. ji burjuwazî re selameta pergalê esasî, amûrên wê formalî ye.

burjuwazî ji xwe re pergalek saz kirye û di vê pergalê de cih ji kesên "dî" re, yên kêrî karek neyê nîne. ango tehemûla burjuwazî ji kesên ku naxwazin li gor qaydeyên burjuwazîyê bijîn, dixwazin bimênin ji derveyî çerxê nîne. serlehengê fîlm leonardo dicaprio bi rolê Rick Dalton burjuwazîya Emrîka temsîl dike. dublorê wî brad pitt jî bi rolê Cliff booth hurde-burjuwazî temsîl dike ku "hewl dide bibe hevalek baş". vî fîlmî de çîna karkeran jî se ye. burjuwazî karên xwe yên xeternak bi hurde-burjuwazî dide kirin, ew jî kiryarên hêj xirab û wehşane bi çîna karkeran dide kirin. bi vî awayî hîyerarşîya nav civakê de bi awayek zêde berbiçav li fîlm jî temam dibe.

wek di inglorios bastards de vî fîlmî de jî quentin tarantino dîrokê ji nû ve bi alternatîfek dî dinivîse. bûyera şagirtên charles manson ku tate sharon bi awayek wehşane dikujin berevajkî ji nû ve dide pêkhatin. li gor fîlm rastîya xwe de êrîş û hêrsa wan hîppîyan (sê kesin) li himber aktor e, lê dema dikevin mala wî de rastî dublorê wî tên, tevî ku demance û kêr destê wan de heye jî dublor îşaretek dide kuçik, kuçik jî du ji wan diperitîne, dublor jî serê êrîşkarek li dîwaran dide û diteqîne. êrîşkara ji ber êrîşa kuçik har bûyî di nav tirsek mezin de dikeve hewza aktor li ser keyfê dike û ji alî aktor ve bi çeka agiravêj tê şewitîn. tarantîno li vê derê, êrîşa himber nûnerek civata burjuwazîyê li xwe derbas nake. tolhildana wê bi tundîyek qat bi qat mezintir distîne. aktor ji vê êrîşê paristî û şanaz derdikeve û diçe bi cîranên xwe re mey vedixwe çîrok jî bi bextewarî dawî dibe.

tarantîno di sehneya lêdan xwarina bruce lee ji dublorek emrîkî nîjadperestîya xwe naveşêre. bruce lee ew kese ku nav sektorek bin nîrê nîjadperestên spî de wek yeke "çînî (asyayî)" çêbûye, gihaye, bilind bûye. çawan li kurdistan û tirkiyê karkeran wek lehengê xwe li yılmaz güney nêrîne, herwisa bruce lee jî li emrîka bûye sembola çîna karkeran. yanî bi lêdan xwarina bruce lee tarantîno dîsa xizmeta îdeolojîya burjuwazî dike. bi teşhîrkirin û biçûkdîtina hîppî yan jî ku ew li dijî şerê wîetnam derdiketin tarantîno dewleta xwe diparêze, dibêje em kengê bixwazin dikarin belasebeb bikevin welatên we, malên we de. li vir jî li hindur û ji derve piştgirîyek xurt dide dewletê.



01.03.2020 19:34 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» once upon a time in hollywood
» timeanddate
» hollywood

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî