Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 63 peyam
rewşan çeliker

rewşan çeliker

6. stranbêja ku min bi saya peyama xeyda kifş kiribû berî mehekê. û gelek keyfxweş bûm bi nasîna wê. ji strabêjên nûjen hîç nakim yên ku dikevin nav stranên kevin û qaşo wan ji nû ve şîrove dikin, lê di rastîyê de weke gotina ahmet kaya "qebzên hilberandinê" ne.

lê vê xanimê di alûma xwe ya tov de berhemên gelek resen derxistine holê. jixwe bi taybetî strana bavê'm him super e him jî gotin jî aîdê wê ne. aha hunermendê ev e. ne wisa be ew îş tenê dibe hunermendî!ya dawetan.

li stenbolê konserek daye. li vir qeyda strana diçim diçim heye. performansek gelek serkeftî ye. bi gîtara xwe ya biçûk şovek gelek xweş pêşkêş kiriye.




dengê wê gelek xweş e. ger mesele deng be, ya aynurê fîlan jî xweş e. lê na, ya giring ew e ku ev xanim bi kurdî dikare bifikire, binivîse û di ser de jî bi gewrîya xwerû kurdî, bistire.



01.03.2020 12:16 ~12:16 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene