Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
firîna bi baskên şikestî

firîna bi baskên şikestî

1. pirtûka ku min bi saya koma xwendinê ya tirşikê xwend.
roman e lê her wiha dişibe dokumanterekî an jî teksta nivîskî ya dokumanterekî. bi saya pirtûkê pê hesîyam ku 5 sal di ser şerê kobanî re derbas bûye. lê heçko hê doh bû. wisa bi zelalî tê bîra min her tişt. pirtûkê ez birim wan rojanî hestên me yên wî wextî û alozîya di gîyanên me de. ji "duştu duşuyor"a kerdogan bigirin heta hatina pêşmergeyan û şerê şengalê û çalakîya arîn mîrkan... pirtûk dihêle ku piştî salan nifşên nû, wan rojan bijîn.

tê de gelek sahneyên dilsoj hene, gelek ji wan klasîk bin jî yek ji wan gelkî bandorê li min kir. ew jî wasîyeta şîrînê bû ku digot "eger ez bimrim, bi destên xwe axê bavêjin ser min. bi bêran wê axê neêşînin ku min canê xwe jê re feda kiriye".

nivîskar serê her çend rûpelan de heman gotinan dubare kiriye, yên wek: şer dijwartir dibû, xwedîyên alên reş û bêguman dijminên ku ji çar alîyên dinyayê hatibûn... vê yekê dîrekt pirtûka ez ê yekî bikujim ya firat cewerî anî bîra min ku wî jî tê de her tim digot "ew bajarê ku min ji bo azadîya wê têkoşîn kiribû..."
îşelleh ji ber vê yekê nebim sedema şerek din, di navbera wan de: (bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)

di romanê de nivîskar xwestîye bûyeran ji çavên karakterên cûda bide nîşandan. mixabin, ez nikarim bêjim ku di vê teknîkê de serkeftî bûye. ji ber ku beşên ji devê hemû karakteran jî tev bi heman şêweyê bû. bi heman zimanî bû. bûyer heçko %90 fîlan ji çavê vegotîner ve hatîye nîşandan. nikarim bêjim ku vê teknîkê tiştekî giring li pirtûkê zêde kiriye. lê tabî zerara wê jî tunebû.

yek alîyê wê yê din jî ku min jê hez nekir, sûrrealîzma tê de bû. axaftina miriyan di navbera xwe de, gihandina wan ya dokumentan li ber destê zindîyan, dara gwîzê, keskbûna çavên rodî û hwd. yek ji van jî ne hewce bû. pirtûk wek dokumanterekî ye û jixwe %100 rastîn e, ji têra xwe zêdetir trajîk e. ne tiştekî xeyalî ye ku mirov bikare an jî pêwist be ku atmosferek wisa biafirîne. şûna van hêmanên bêfeyde, çîrokên lehengan hinek din bihatina xemilandin, çêtir bû.

welhasil, pirtûk ne xerab bû. min 81 pûan danê. ji ber ku pirtûkê hişt ku ez hinek be jî ji çavên niştecihên kobanê, bûyeran bibînim. bi rastî jî hestek gelek cûda bû.



23.02.2020 22:37 ~22:42 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» firîna bi baskên şikestî
» baskên min tuneye ku bifirim
» şikestî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî