1. koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm ji alîyê herkesî ve were temaşekirin û li tirşikê were şîrovekirin.
wergera fîlman wê her heftî ji alîyê endamek din ve were kirin. li gorî hejmara endamên komê, wê 2 an jî 3 mehan carekê dor were her endamî.
fîlm wê piranî ji wergera wan ya tirkî, werin kirin. yanî ji bo wergerê ne şert e ku mirov îngîlîzî, fransî û hwd. bizane. lê tabî bizane û fîlmê rasterast ji zimanê orjînal wergerîne, çêtir e.
vê gavê 7 endamên komê hene. heçî tirşikvanê ku dixwaze tevlî bibe, dikare li vir binivîse an jî bi min re bikeve têkilîyê. lê kesê ku dixwaze bibe werger, divê bikare zimanek standart bi kar bîne û li gorî rêzimanê wergerîne. loma ji kerema xwe re, yên ku ji xwe bawer in, bila bibin endam.
her heftî fîlma wergerandî wê li vir were îlankirin. em ê binnivîsa wê li beşa fîlman ya tirşikê bar bikin û ji bo daxistina fîlmê jî lînkek parve bikin. (lînka torrentê)
ji bo wergerandinê, wê her endam ji xwe re fîlmek hilbijêre. lê em ê hewl bidin ku fîlmek ku endamên komê temaşe nekirine, be. piştî endamên komê temam bûn û herkesî fîlma xwe dîyar kir, heye ku em lîsteyê ji niha ve li vir parve bikin da ku di vê navberê de kes li wan fîlman temaşe nekin bi tirkî.
niha di beşa fîlman ya tirşikê de 55 fîlmên wergerandî hene. ku kom mezin bibe û domdar be, em dikarin vê arşîvê gelek mezintir bikin.
ser xêrê be!
|