Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran

ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran

24. Ger tirşik di nav kurdînivîs an jî ew kesên potansîyela wan heyî de bi rêya reklam, danasîn û karên popûler belav nebe dawîyê de çend nav wê bimînin vê derê û wekî tê gotin ew çend kes wê ji xwe re binivîsinin û bixwînin.
divê (bnr: konseya tirşikê) bi awayeke acîl li ser vê meseleya girîng raweste, an ne tirşik dê av û av biçe, piştî demekê wê pasîf bibe û talîya talî ew qas ked dê li ber avê biçe.

çend pêşniyarên min ji bo tirşikê, ku çi bikeve li ser milên min bixwe jî ez dê bikem:
1- divê tirşik ji bo nivîskarên wêjeya kurdî çalakîyan çêke da ku bala bikêşe li ser ferhengê û van panel, goftûgo, şanenav hwd. behsa tirşikê bê kirin û kesên beşdarî çalakîyê bûyin bên teşwiqkirin ku bibin endam û nivîskarê/a vê derê.
tirşik jî wekî ziman e, ger neql an jî veguhêzî ji bo nifşên nû çênebe, piştî çend salên din pîr û kal wê li vir binivîsinin, yanî divê ciwan û nifşên nû bibin nivîskara/ê vir.
2- divê tirşik rozetên xwe derxe û li ser pirtûka kurdî, cafeyên kurdan, pirtûkfiroşan hwd. bifiroşe. mînaka rozetên pirtûka kurdî bo vê yekê baş e. hetta tirşik dikare bo vê yekê ji pirtûka kurdî alîkarîya aborî jî bigire, ez bawer im (bnr: pirtûka kurdî) dê vê yekê texsir neke. li gel rozetan dikare çenteyan paç çêke, qedehên kupayê yên ji bo qehweyê bi logo û henekan jî çeke.



3- divê tirşik hesabeke youtube'ê veke, wekî hûn jî dizanin li ser youtube'ê weşana zindî tê'te kirin. her mehê nivîskarek ji mala xwe dikare saeteke dîyarkirî bibe mêvanê qenala youtube'ê ya tirşikê. li ser qenala youtube'ê jî nivîskar dikare kurt û kurmancî behsa mijarekê bike lê zêdetirî bi pirs û bersivan weşan rêve biçe, yanî bi awayekî înteraktîf. êdî dewr dewra teknolojîyê ye, yanî em bêjin keseke li amedê, li stenbolê, li şirnexê, li berlînê, li wanê, li stockholmê jî wê bikare weşana zindî ji mala xwe temaşe bike, pirsên xwe ji nivîskar bike.
4- tirşik dikare fanzîneke biçûk bi sponsorîya pirtûka kurdî derxe, çap bike. di vê fanzînê de hem entryên nivîskaran wê hebin hem jî danasîna tirşikê wê hebe. ev yek jî wê xelkê teşwiq bike ku bibe nivîskara/ê tirşikê û entryan binivîse. mirov dikare li ser bifikire.
5- her meh di hesabên medyaya civakî (twitter, facebook, instagram) de bijarteyên mehê divê were nivîsandin, yanî mehekê de nivîskaran kîjan mijar vekirîne, çi nivîsîne. entryên herî xweşik û balkêş wekî top 10 mirov dikare biweşîne, her meh bênavber.
6- ku ji van pênc pêşniyaran yek jî bibe ez bawer im popûlerbûn û zindîbûna tirşikê wê zêdetir bibe.

baş baş.



27.01.2020 21:36 ~21:43 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» pêşniyarên qenalên youtubeê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî