Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
psychology kurdî

psychology kurdî

6. Kovara derûnnasiyê ye. min hejmara yekem (2016) bi dest xist. mijara: “Zarok, şer û trawma”

min ji nivîsa pêşîn ya kovarê "ji edîtorya" derxist ku ev kovar ji alîyê kesên zana û jêhatî ve tê amadekirin. min zimanê wan ya standard eciband. di rûpelên dawî ya her hejmara kovarê da ferhengokek danîne (kurdî-tirkî-îngilîzî). rewşa kurdan ya vê dawîyê (komkujiya şengalê, berxwedana kobanê) li ber çavan e. xwedê ji wan kesan razî be ji bo derxistina kovareka derûnnasiyê!

bi prof. dr. jan îlhan kizilhanî ra hevpeyvînek hatiye çêkirin. jan îlhan kizilhan mamosteyekî hêja ye. zanyarên din hîna baş nas nakim lê weha xuya ye tije derûnnas û derûnbijîşk ên hêja beşdarî kovarê bûne.

Min ewil nivîsa epîgenetîkê xwend, dermansaz etman yavuz nivîsîye. lê binêre: "kesên ku ji komkujîyan difilitin gelo janên wan jî bi rêya genan derbasî zarokên wan dibin?" nivîseka nuwaze ye. ez pê şaş mam û min pir eciband. dawîya nivîsê da pêkenokek heye: "rojekê darwîn û freud çûne bîraxaneyekê..."

wekî din, cara yekem min kovar rahişt, rûpelên wê baş şidandî û kîp bû. ne wekî kovarên din ên bi rûpelên sist (mîna kovara kund). kovara kund heya xwe digihîne destê me, di rê da bi hostetîya kargoyê, rûpelên wê ji hev dikevin û dibin pirtûkên engastî * ne bravo ji sê kesan re: kovara kund, kargoya rêxo û pirtukakurdî. Bû wek gotinên pêşiyan yên qala sê tiştan dikin.

bi kurtî û kurmancî, ez ê ji vir şûnda vê kovara wesfdar bişopînim.



12.01.2020 21:19 ~2024.03.17 13:58 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» psychology kurdî
» kurdîya machine learning

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî