Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
şener ozmen

şener ozmen

2. Şiroveyekî kawa nemir derheqê pirtûka wi ya kurteçîrokan de:



Qorzîbereke Kurteçîrokê

(25/05/2012 ev nivîs di vê tarîxê de li ser radîkalê hatiye weşandin)

Gelek qereçarşem derbas bûn di ser wê dîskûrê re, ya ku dubare digot, “Zimanê Kurdî zimanekî devkî ye, dîroka deqên wê yên nivîskî zêde dirêj nîne.” Vê gotûbêja pûç û bêbingeh timî xwe disparte nezaniyeke beşbelek. Xwediyên vê “galgal”ê jî dutîre bûn. Tîreyekê digot, Kurdiyê ne ala mewzûn heye li banê gerdûnê, ne jî kaxiz û beratên ku ji Kurdan re bibine kanon, ku van tev de bi wê nezaniya xwe ve di vê pola jiyanê de xwe cotgîsin kirine û nuxsên hiş in. Tîreya din bi pirêzeya xwe ya heta niha bûye keleha qelsenivîskaran, ku pirraniya endamên wê tûşî trawmaya “edebiyata sirgûniyê” bûne, ku çawa Selîm Temo xweş li qelemê dayî, ew zarokên “edebiyata revê” ne.

Min ev yek destnîşan kir, ne ji xerezê, lê rezê wan ne tu rez bû, lê xist terezê jî. Min ev yek destnîşan kir, çima ku êdî wêjeya Kurdî li ser asta kelepora xwe tê helsengandin, ku ew jî bi mirî û zindiyên xwe ve bi pêş de tê. Yên zindî û li welatine din, ew ê jî bên û li vir bimirin. Çi ku rehmet jî li vir e, “rehmetî” jî.

Hal û hewal wiha, salên 90’î ew sal in, ku kelepora Kurdî ya nivîskî ji ciyê ku bi dîrokî hatibû dabirrîn de ji nû ve kete qonaxa geşedanê û ji wê hingê heta niha devîdevî çarîkek sedsal bihurî, ku navekî vê qonaxê yê din jî Nifşê Rewşenê ye, yê ku li ser kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê damezirî. Û vî nifşî gelek helbestkar, nivîskar û wergêr afirandin, gelek kes dikarin li vir gelek navan bînin, lê ez ê li vir bi taybetî navê romannûs, wergêr, hunermendê navneteweyî û rexnegirê hunerên aktuel, Şener Özmen û bi kurtî ‘Keleh’ê, pirtûka wî ya nû ya kurteçîrokan, bînim.

Şener Özmen pirralîtirîn kesayetê Kurd ê nivîskar e û nivîskarekî gewre ye, yê ku bi movikên gerdûna nivîskariyê girtiye. Helbestkar Îrfan Amîda, gewrebûna nivîskariya Şener Özmenî bi boneya ‘Rojnivîska Spinoza’yê wiha heldisengîne: “Dema ku we rahişte ‘Rojnivîska Spinoza’yê û dest bi xwendina wê kir, hûn ne ku bi tenê romaneke bi Kurdî dixwînin, her wiha hûn hest pê dikin ku hûn di qonaxa geşedana romana Kurdî de, di çivangehekê re derbas bûne û dema ku hûn xwendinê diqedînin, ji we ve xuya dibe ku hûn êdî ne li wî ciyî ne, li kû hûn radiwestiyan. Lewma jî, ‘Rojnivîska Spinoza’ qorzîbera nû ya romana Kurdî ye.”

Özmen, piştî romanên xwe yên bi navê ‘Rojnivîska Spinoza’ (Lîs, 2008) û ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ (Lîs, 2010), bi ‘Keleh’a xwe ya pirtûka kurteçîrokan ve henaseyeke nû û xurt tîne nava kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen. ‘Keleh’, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, Akîo, Lîmûzîn, “Ez Jîr Aslan”, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire.

Kurteçîroka “nûjen”, wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di dilqê “kurteçîroka bi Kurmancî” de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku bibe yek ji adantirîn beşên wêjeya Kurdî. Şener Özmen jî, di vê yekê de çu şik û gumanê nîne, li gel du romanên xwe yên berê weşiyayî, ku xwendevanên Kurdî eleqeyeke baş nîşan danê, û êdî bi van heşt kurteçîrokên xwe yên li jêr navê Kelehê ve, li hemû parçeyên welêt, yek ji gewretirîn pênûsên zimanê Kurdî ye! ‘Keleh’ vê rastiyê êdî ji berê zêdetir diçespîne! Bo xwendevanê ku xwe bi Kurdiya xwe ve li vê darê dinyayê wekî “tayê bi tenê yê mala zimanê xwe yê zikmakî” dibîne, heşt kurteçîrokên Şener Özmenî yên ku zimên û honakê bi bîrtûjiyeke ku dê neyê jibîrkirin radikin pêdarê û nîşan didin ku şax û şovên nivîskarekî Kurd dikarin çendî berfireh bin û kurt û bi Kurmancî, Kurdî dikare bajo û here çi deverên dûredest û ezamet!

‘Keleh’, bi mijarên xwe yên aydî kelepora Kurdî û lehengên xwe yên biyanî ve, ji me re kelehên kêliyên teng xera dike, kelehên kêliyên berfireh ava dike!



04.10.2013 17:02 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şener ozmen

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî