Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sendroma pelvîk konjesyonê

sendroma pelvîk konjesyonê

1. yek ji sedemên êşa sedem-nedîyar ya li zik, navkêl û jora ranên jinan e.
navên wê yên din jî hene: pelvic pain syndrome, female varicocele, pelvic vascular congestion û pelvic vein incompetence.

yek ji her 5-6 jinên ku di salên xwe yên zarokanînê de ne, ji ber vê sendromê êşê dikişînin.
piranî di wan jinan de peyda dibe ku zêde zarok anîne. ji ber ku her hemlebûyîn, wan demaran hinek din fireh dike.
dema nexweş zêde li ser pîyan bisekine an jî karê giran bike, êş zêde dike.
piranî di dawîya rojê de êş zêdetir e. berî/piştî mensê û piştî têkilîya cinsî, êş zêdetir dibe.

sedema wê, firehbûna/varîsbûna demarên uterus û overan e. carina ev yek ji zayînê ve wisa ye, kêmasîya demarên overê heye. carinan jî jê re sedem hene.
sîstema pêşîlêgirtina reflûya xwînê, têk diçe (xerabûna devikokên demaran, xetimîna demaran û hinek hormon dibin sedem) û di dawîyê de ev demar fireh dibin. herî zêde venên overa çepê fireh dibin.
ev her du sendrom jî dikarin bibin sedem:
sendroma nutcracker (vena gurçîka çepê, ji aliyê superior mezenterîk arter ve tê pêlîkirin)
sendroma may-thurner (vena îlîak ya çepê, ji aliyê artera îlîak ya înternal ve tên pêlîkirin)

di muayeneyê de li ser overan hesasî tê dîtin û li derdorê organên genîtal û li jorên ranan, demarên varîkoz dikarin werin dîtin. lê heye ku tişt nexuye jî.
hebûna êşa piştî têkilîya cinsî û hesasîya li ser overan, ji bo teşhîsê gelek watedar e.
ji bo teşhîsê ultrason, tomografî û mr dikare were kişandin. venografî dikare were kirin.

tedawîya ewlîn dermanên hormonal in. (hormona gonadotropin-releasing, progesteron, danazol). ger bêfeyde be, wê demê demarên herî serkeftî, endovaskuler embolîzayon e ku di vê tedawîyê de mîna anjîoya dilî, têlek dikeve nav demaran û diçe heta ew demarên firehbûyî û wan demaran embolîze dike, ango bi temamî dixetimîne û ji holê radike. berê ji bo vê yekê emelîyat dihat kirin lê êdî piranî bi saya vê anjîoyê, pêdivî pê namîne.



21.12.2019 09:46 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sendroma peter pan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî