Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
olgun eren

olgun eren

2. stranbêjek semsûrî ye. li konservatuara zanîngeha dîcleyê xwendiye. albûmek bi navê liv derxistiye. di albûmê de 10 stran hene. 9 jê aîdê wî ne û bi kurdî ne. lê mixabin yek jê bi tirkî ye. dema wisa be pir aciz dibim. di albûma mirov de jî wisa bû. di alûma mirady de jî.
te dît dema tu yekî dişînî ku nanê beqqalê bikire, dema nan tîne tu dibînî ku serê nên xwariye. hah, eyn ew hest li min peyda dibe. heçko yekî pêl li cdya albûmê kiribe. an jî qûncika berga albûmê qermiçandibe. tobe tobe.

ew a bi tirkî aîdê pîr sultan abdal e. ez bawer im hunermend bixwe elewî ye û loma xwestiye bi vê yekê berpirsyarîyek bîne cih. jixwe paşnavê wî jî (eger ne ya orjînal be) elewîtîya wî dide der.

albûma wî xweş e. ev çend roj in guhdar dikim. stranên dev jê berda, berf û bikene xweşik in. strana ez çi me heçko gelek nas e. gelo dibe ku kesek din jî gotibe? stranên bû derew, çûyîn û ditirsim jî baş in. bi vî awayî min niha pê derxist ku albûm tevde serkeftî ye. tenê ya bi tirkî nizanim, çimkî min guhdar nekir. çimkî ew dera albûmê hatibû gezkirin.

strana dev jê berda dişibe stranên kerem sevinç. (strana poşman bû ne xelt bim)

keyfa min ji hunermend re hat. di stranekî xwe de digot îpek, çima kurdîya wê bi kar neanîye min tenê vê fêhm nekir.
Here lînkê

dema stranan çêdike pêşîn tim nîşan dapîra xwe kiriye û piştî erêkirina wê, xistine albûmê. jixwe albûmê jî bexşandiye wê.



30.11.2019 00:54 ~00:54 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» olgun eren
» eren derdiyok

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî