Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tinder

tinder

1. sepanek hevnasînê ye bo seksê. temam, dibe ku hemû bikarhêner ne ji bo seksê li wir in, kêmaniyeke têra xwe xurt, li şopa têkiliyeke jidil in, lê mîna li hemû cîhanê, li tirkiyeyê jî ji bo seksê tê bikaranîn.

bikaranîna wê hêsan e. dema tu têdikevî hesaba xwe, sepan bi vekirina "cihûwar"ê vedibe da ku kesên nêzîkî te ne, rê te bidin. wêneyên wan kesan yek bi yek dikevin dîmendera te. heke kêfa te jê were wêneyê dikişîne hêla rastê bo "like"ê û heke neketibe serê te wêneyê dikişîne hêla çepê bo "nope"ê.

him ji bo streyt û him jî ji bo gêyan (bnr: gay) gelek kêrhatî ye û katalogek berfireh dihewîne! sepan heke tu jin bî, bi jixweber mêran rê te dide an jî berevajî. heke tu gêy bî, divê tu zayenda xwe bi destan hilbijêrî. (heke tu jin bî jin hildibijêrî, heke mêr bî, mêr hildibijêrî) her wiha ev mîrat bi lihevhatinê dixebite. heke du kes hev û din ecibandibin, dikarin peyaman bişînin ji hevdu re. ya na, tu nikarî peyaman bişînî kesekî.

****agahî ji bo civata gêy ku li bajarên piçûk dijîn****
kesên ku kar bi vê sepanê dikin, bi hêsanî weke gêy nayê kategorîzekirin. kesên ku te ew ecibandiye û wî jî tu ecibandiyî, dikarin hûn hev du bibînin. ji ber ku hûn bi dilî, xwe ji hevdu re eşkere dikin. heke kesê ku te ew ecibandiye, ne gêy be, tu carî nikare te bibîne. ji ber vê jî tu dikarî hemû kesên kêfa te ji wan hatiye biecibîne, ne hewce ye ser veşartiyê biponije. lê endamên gold îstîsna ew dikarin kesên wî ecibandine bibînin. lê li tirkiyeyê kêmaniyeke pir biçûk li aliyekî, kesek ji bo sepanan pere nade. ev rastiyek e. lê hûrgiliyeke heye: divê tu tenê kesên ku ruyên wan vekirî ne, biecibînî. heke kesek dilxirab hebe û bikeve şopa te, wekî gêy tev bigere û te biecibîne û heke tu jî bêrûdîtinê wî biecibînî, dê senaryoyek serêşî derkeve meydanê. hay ji xwe hebe.

****public spotlight is over here.****

dema min nû hesabek çêkiribû, hîn nizanîbûm çawa tê karpêkirin, di saetekê de +99 kes ez ecinbandime. per û bask ji min derket * lê piştî hefteyekê min ceriband ku di rastiyê de tu wateyên van hejmaran, lihevhatinan û agahiyên "yekî din te eciband" tune ne. ji ber ku li vir yanî li tirkiyeyê xelk napeyivin. hinek dibêje, ez nikarim sohbetê bidim destpêkirin, yên mayî jî, tu silavê bidî jî tevlî sohbetê nabin. yanî ji xwe re koleksîyonê dikin û egoyên xwe tetmîn dikin, dibêjin hewqas kes ez ecibandime. ji ber vê ye, heke hûn daxin û lê binêrin, gelek kes notek jî li bin wêneyên xwe parve dikin wekî "heke tu yê nepeyivî min neavije hêla rastê" an jî "heke di nav 24 saetê de tu silavek/bersivek nede, dê lihevhatin were rakirin!" bila bila.

di salekî de (îro salek min qedîyaye) ez û sedan kes li hev hatinin. heta niha jî ne derew bim, min bi 10ê zêdetir kes re çay û qehwe vexwariye, an jî tiştên din. seks? na lo haşeyê min!

Here lînkê



27.11.2019 21:09 ~21:22 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tinder

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî