Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
kompleksa îkarus

kompleksa îkarus

1. (bnr: icarus complex)

Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li gorî mîtolojîyê, Îcarûs û bavê xwe li girava Gîrît'ê di girtîgehê de ne. Plana revînê çêdikin. Bavê wî (Daedalus), ji pûrtên çûkan û mûmê, peran çêdike da ku bikare bifire. Bavê wî jî li perên wî sîwar dibin û difirin. Şîreta bavê wî ji wî re ew e ku ne pir nêzikî rojê bifire, ne jî zêde nêzikî ava deryayê bibe. Lê piştî ku bi firê dikevin, îkarûs pir kelecan dibe û bawerî bi xwe tîne û pir bilind difire. Ji ber ku zêde nêzikî rojê dibe, mûma ku perên wî zeliqandine, dihelin û perên wî xwe jê berdidin. Bavê wî ji ser peran dikeve avê û dimire. Tabî dûre, ew bixwe jî.

Ji ber vê meselokê, ji bo wan kesan re dibêjin ketîye kompleksa îkarûs ku di karê xwe de êdî zêde zêde jixwebawer in û gûh nadin şert û qeydên wî îşî. Yanî ew kesên ku hewes û îhtîrasa wan ya ji bo karê wan, ji lîmîta jêhatîbûna wî an jî bedena wî derbas bûye. Ji ber vê derbasbûnê jî, dema kesek bikeve vê kompleksê, têk diçe.

mînakek gelekî basît: dema kesek hînî ajotina erebeyê dibe, pêşîn gelek bidîqat e. her ku diçe êdî ji xwe û ajotina xwe bawer dibe û piştî demekê êdî belkî li awêneyan nanêre, guh nade lembeyên trafîkê an jî geleke bi lez dajo. Tam di wê noqteya ku ew şofêr herî zêde jixwebawer e, îhtîmale qezayê herî zêde ye.



22.09.2019 10:25 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kompleksa îkarus

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî