1. navê pirtûk-helbesteka dost çiyayî ye.. li gorî min lûtkeya helbesta kurmancî ye..
''Ji qetrê sader qehr û risas
Bi mohreke sincirî re hatim helandin
Li hemû dergehên demderewîn yekcar
Min qufiland dilê xwe yê têrxwê
Bi kerbekê re hazar car min lehimand
Keserên kiras zingar
Dil û rivîn
Kul û birîn
Wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.
Min guh da nalîna dengekî hinavîn
Û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de
Bi sewta saweke sefran û seferî
Suhurîm, li seherên sar û sêwî
Ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re
Li çerxa kfjan zemanî dizîvirîm
Da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê
Meyam li nebîniya şevên bêstêrk
Û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt
Zeman û zemherîr
Ziman û zehîr
Wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm
Rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin
Deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm
Lewra beriya bab'ên bêbinyad û mishefên reş
Li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin
Bi çavên çelq çelqiyam û min dît eareke din
Li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan
Kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî
Li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan
Reml û reea
Rene û rewa
Wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam
Min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak
Û xembar dageriyam şiveriya şevên xas
Li şopa şivaniya xwe ya kevnar
Ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar
Min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav
Lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan
Lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm
Dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran
Şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan
Şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran
Dilop û derya
Mirin û dinya
Wekî çerxekê di xwe de gêj bûm
Dev badan devên devdeve
Dêmên dêgur, çeşmên xure
Min pelên zer li xwe pêçan
Û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam
Ji edeba piçûkatiya biran
Ûxwarina bi dizî ya li pişt kewaran
Weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar
Çi bêjim nîvco, çi bikim kêm
Gerden û morî
Zarok û dûrî
Wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin''
|