Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 9 peyam
digel kurdan karkirin

digel kurdan karkirin

1. Belê, heya niha min digel miletên biyanî û herweha digel Kurdan, karên cuda kirine. Dixwazim çavdêriyên xwe di der barê Kurdan de bibêjim;

1- Wekî gelek miletên rojhilatî kurd têkiliyên kar û taybet pir tevlihev dikin. Encama vê yekê carna erênî û gelek caran jî neyênî ye.

Bo nimûne, ez di fîrmaya Kurdekî bakûrî de wergêr im. Û çend rojin min destpê kiriye. Ew kesa ji nişke ve di der barê rewşa malbat, zarok û hevjîna xwe de hemû muşkile/kêşe/pirsgirêkên xwe min ra vedibêje. Yaw naxwazim guhdarî bikim. Diwestim û hîç bala min nakişîne lê ew kesa vê yekê pir normal dibîne.
- aliyê din ve jî wê destûrê dide ku ez muşkileyeke şexsî de alîkariya wî/wê bixwazim. eh ev jî carna kêr tê.

2- Kurd jî wekî ereb, faris, afgan û tirkan ji time-managementê zêde fam nakin. ji ber rê-rêbaz nezaniya xwe karekî biçûk dirêj û dirêjtir dikin. û bêguman wekî karker, ev mesele her dibe bela serê te.

3- Ji bo dema xwe rêz nagirin. Lewma wê tu carî dema te re rêz negirin. dezavantaja vê ew e ku meriv nikare plana xwe ya rojane li gorî wan bike. lê aliyê baş jî ew e ku heke tu 10-15 heya 20 dq dereng jî biçî hîç derd nîn e.

4- Kurdên bakûrî ji ber sedemên polîtîk di gotinê de zû sekûler bûnê lê belê di rastiyê de çu bingeha vê nîn e. Yanê dema tu diaxifî wekî pir vekirî, azadîxwaz, wekhevîparêz xeber didin lê di rastiyê de wisa nîn e. Ez vê yekê bi taybetî ji ber azmûnên hevalekî gay dizanim. Xwediyê kar di sêrî de ew qasî azadîparêz û bê-ol axaftibû ku hevalê'm bi awayeke eşkere wekî xwe tevgeriya bû lê piştî heftekî xwediyê kar dît ku ev hevala gay e û ji serok û partiya wî bawer nake, ew ji kar avêt.

5- hê jî bandora têkiliyên kevn, yên wekî şîvan û kebaniya malê, xulem û malxweyê malê berdevam dike. Heke wisa nîn be, Kurdekî di orta Berlînê de festîvalake navneteweyî lidardixe, di orta komeke navneteweyî de lingên xwe dirêj nake û fermana nade milet. Ya herî trajîk jî, ev kesa di der barê mijarê de ji çayvanê ofîsê jî kêmtir dizane, lê fermana dide derhenêren xwedî azmûn û ked.

Şikir min îro jî hemû rexneyên xwe yên tirş û zehîr ziqûm kirin. de ez ça'kim ev jî nan û ava min e.



27.07.2019 13:21 ~2019.07.28 00:18 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» digel
» kurdandin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî