3. youtuberek ji youtuberên kurd, xanimek, bi kanala xwe ya (bnr: xwarina dayika min), xwarinên kurda çê dike. di vîdyoya "SAVAR GOŞT Û TIRŞIKA FASOLÎYA"yê de dibê: "pîvana savar ne hewce ye ez bibêjim..." gava di mitbexê de diya min û ez, me qal dikir, niza'm kîjan xwarin çawa were çêkirin tahmxweş dibe. diya min go, - "du welçek av..." û niza'm çi. min qesta go, - "welçek çi ye xwişkê, hûn bi zimanê xwe çi dibêjin?" - "wille... em dibên... em jî dibên welçek." min go, - "pîvan?" min anî bîra wê û em pê keniyan. em pê keniyan ji ber ku her tim ez dipirsim "ka kurdiya filan peyvê tuneye?" dibê "na heyra, em zî wer dibên." û bi min re dikeve nîqaşê. dawiya her car gotina min derdikeve. heya ji min tê, ez nahêlim zimanê me bi peyvên ziman ên din tevlihev bibe, bîlesebeb. |
|
08.05.2019 22:58 |
mirovekirind
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |