Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
hicam

hicam

2. ji kirinên tibba alternatîf e.
ji binî heta serî vir û derew e. tu lêkolîna cîddî tune ku îspata feydeya wê bike.
di vê teknîkê de çermê mirov ji aliyê pestoya negatîf ya di qedehê de, tê kişandin. xwîn li vir berhev dibe, paşê bi jîletek an jî tiştekî din wê derê dibirin û xwîna qaşo pîs jê vala dibe.

dema organekî mirov bikeve bin pestoyê/bê şidandin;
xwîn dikare were wir; ji ber ku bi riya demarên belavker tê. ev demar ji ber pompekirina dil, bi pestoyek bilind tên û dikarin ji wê dera teng, şidandî derbas bibin.
lê xwîn nikare ji wir derkeve; ji ber ku xwîn bi riya demarên berhevker tê berhevkirin û tu quweta van demaran tune ji bo kişandina xwînê.

ji ber vê yekê dema organek, di cihekî teng de bê şidandin, hêdî hêdî xwîn li wir berhev dibe, ew organ diwerime, ji ber ku xwîn lê berhev bûye soromoro dibe. weke mînak: hemoroîd jî wisa çêdibin. weke mînak: dema rovîyên mirov di nav fitqekî de dimîne jî wisa dibe.

dema bi jiletekî fîlan bê jêkirin xwîna tarî (ji ber ku xwîna venoz e wisa ye) jê diherike û hişk dibe (ê helbet wê hişk bibe, xwîn dema ji demarê derket hişk nebe ne normal e jixwe). tu heta sibehê qedehan dênî ser wê derê, heta xwîn di laşê we de nema wê xwîn jê were. ji ber ku hemû xwîna di laşê we de, eynî xwîn e: ji ber ku xwîna mirov di her deqeyekî de li tevahiya bedena mirov digere tê, tê paqijkirin û dîsa tê belavkrin.

sedema parastina vê kirinê ew e ku di derbarê wê de hedîs hene. ma di derbarê kîjan kirinên pîs de hedîs tune ne? heçîyê ji xwe re çavkanî an jî palpiştek gerîyaye, ji xwe re hedîsek nivîsîye.

û jixwe ev teknîk ev bi qasê 4.000 sal in tê zanîn û sepandin. ne aîdê tirkan an jî misilmanan e. ji ber ku tenê êdî misilmanên ehmeq bi kar tînin, herkes dibêje qey aîdê wan e.

vê gavê wezareta tendûrîstîyê ya tirkiyê piştgirî dide vê kirina derî-zanistî û ehmeqane.



27.04.2019 22:18 ~22:22 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hicam

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî