Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
trombotik trombositopenik purpura

trombotik trombositopenik purpura

1. [kûl û derdê jifêzagorda bû]
trombotîk trombosîtîk purpura nexweşiyeke mîkroanjîopatîya trombotîk e.
yanî erê nexweşiyên din yên mîkroanjîopatîya trombotîk (thrombotic microangiopathy) jî hene û divê bi wan re neyê tevlîhevkirin:
-HUS (hemolytic uremic syndrome- sendroma hemolîtîk uremîk)
-shiga toxin-mediated hemolytic uremic syndrome (ST-HUS) (sendroma hemolîtîk uremîk ya ji ber dermanan dibe)
-drug-induced thrombotic microangiopathy (DITMA) (mîkroanjîopatîya trombotîk ya ji ber dermanan dibe)
-complement-mediated thrombotic microangiopathy (mîkroanjîopatîya trombotîk ya têkildarî komplemanê)

wateya mîkroanjîopatîya trombotîk ew e ku di demarên biçûçikên -yên herî biçûk- de hucreyên xwînê yên bi navê trombosît lê asê dimînin û dibin sedema xetimîna van demaran. weke encam, hejmara van hucreyan di xwînê de kêm dibe. ji ber ku ev hucre ji bo taybetiya hişkbûna xwînê pêwist e, kapasîteya hişbûna xwînê kêm dibe û heye ku dema derekî nexweş xwînîbû, êdî bi rihetî nesekine. ji aliyê din ve jî xetimîna demaran, dikare bibe sedema îflasa organan
sedema nexweşiyê kêmbûna aktîvîteya von willebrand faktorê ye. sedema kêmbûna vê aktîvîteyê jî, kêmbûna aktîvîteya enzîma adamts13 e.

ji ber sedemên derveyî jî diqewime û bi piranî jî wisa ye lê irsî (genetîk) jî dibe.

ji bo teşhîsa wê pentadek heye, yanî 5 şert: MAHA (anemîya hemolîza mîkroanjîopatîk - bêxwînîya ji ber xetimîna demarên biçûk û bişivîna xwînê), trombositopenî (kêmbûna hejmara trombosîtan di xwînê de), agir, xerabiya norolojîk, kêm-xebata gurçîkan.

Ger neyê tedawîkirin hema bêje tim kujer e. ger bi awayekî rast were tedawîkirin jî îhtîmala saxbûnê bi qasê %90 e.

di tedawîyê de guherîna xwînê (dana xwînê), steroîd, aspîrîn, dermanên îmmunsupresîf tên bikaranîn li gorî hewcedarîyê û rewş û taybetiyên nexweş. carina splenektomî yanî derxistina fatreşkê jî pêwist dibe.



03.02.2019 22:21 ~22:21 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» trombotik trombositopenik purpura

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî