1. jina kurd a êzîdî. navê wê: nadia murad base taha ye. di sala 1993ê de, li gundê Qoço'yê Şingalê xwedê daye. piştî daîş di 2014ê de davêje ser gundê wan, tevî 6 birayên nadia û dêya wê hemû mêran dikujin û jinan jî ji bo bifiroşin dibin Mûsilê; nadia jî di nava vê hovîtiyê de dibin Mûsilê. li wir gelek tişt têne serê wê û jinên din ên êzîdî. piştî 3 heyva rojkî daîşîyê ew ji xwe re birî, ji bîr dike derî kilît bike, nadia wê rojê direve bi xurtî û heft bela xwe digihîne Duhokê. diçe ewropa. li wir dest bi têkoşîna xwe dike; + dibe qasida niyetpak a netewên yekbûyî, di rûniştinek giştî ya netewên yekbûyî de diçe ser kursî û diaxive, diçe gelek cih û bajar û dewletan, vê êşa xwe û ya malbata xwe û ya kurdên êzîdî li dinyayê belav dike + niha jî ji ber vê têkoşîna xwe hêjayî xelata aşîtîyê ya nobelê wergirt. |
|
09.10.2018 09:22 ~09:25 |
xendekî
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |