Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kapadokya

kapadokya

2. cihekî gelek taybet e. dema mirov li vê derê digere, dobêje qey di zemanek din e an jî hatiye serdana dinyayeke din. perî bacasi gelek ecêb in. yên mezin, nava wan hatine qewartin. gelek ji wan wek dêr hatine bikaranîn. hinek di wan jî weke mal.
hundirê van dêran bi sedan wêneyan hatine xemilandin. him ji ber xweşikbûna van avahiyan him jî ji ber rengê erdê vê derê -ku spî ye- hestek xweşik bi mirov re çêdibe. ax, erd, kevir û dîwarên wan nermik in. loma wisa şêrîn xuya dikin. mîna xaniyên şîrînokan xuya dikin yanî.

göreme, uçhisar, paşabağ, avanosê, zelve hemû jî hêjayî dîtinê ne. mirov nikare bêje hema ez yekê bibînim bes e. her wiha ev herêm baş hatiye parastin. bi gelek aktîvîteyên cûrbecûr, gera vê derê hatiye dewlemendkirin. di nav van de ya herî navdar siwarbûna li balonan e. dema kapadokya tê gotin, ev tê bîra herkesî. lê gelekî bûha ye. vê gavê ji bo kesekî nêzikî 1000 tl tê xwestin. bêguman xweş e lê zêde zêde bûha ye. dîsa jî namînin vala, ji ber ku hingî te nevê, turîstên japon li vir in.
belkî hejmara wan ji tirkan zêdetir e. nizanim çima lê gelek ji vê derê hez dikin.

nêzikî vê heremê her wiha bajarên binerdê hene. ez çûbûm ya bi navê kaymaklı. bi rastî jî gelek ecêb bû. di bin erdê de 8 qat e. 4 qatên wê ji bo gerê, verkirî ye. mirov tê de wenda dibe. ne bi xêra nîşaneyan be, nepêkan e ku riya derketinê bibîne. tê gotin ku bi hezaran kes li vir dijîya û dikariyan bi mehan dernekevin derve.

li vir xwarina kebaba testîyê navdar e. tirşika bigoşt, di nava cêrek de tê bicîkirin devê wê bi heriyê tê gortin û wisa tê pehtin. paşê dema li ser maseyê tê servîskirin cêr tê şikandin û valakirin. tama wê xweş e, lê esas taybetiya wê şêweya servîskirina wê ye di eslê xwe de. weke din xwarinek normal e.

ji bo kurdiya perî bacasi divê gûftûgo were kirin: (bnr: peri bacası)



01.10.2018 22:35 ~22:34 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kapadokya

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî