1. rêbazeke hînbûna zimên e. sîstem bi kurtasî wiha dixebite: mirov di malperekê, sepanekê de hesabekî vedike. Di qeyda hesêb de zimanê xwe yê dayikê, zimanên ku herikbar dipeyive û zimanên ku dixwaze bielime hildibijêre. Dema mirov bi hesabê xwe sepanê/malperê vedike lîsteya mirovên ku dixwazin zimanek ji zimanên ku tu dipeyivî, bielimin derdikeve. Dema mirov yekî/ê ji vê lîsteyê biecibîne, peyam jê re dişîne. Ku kesê/a din jî bixwaze êdî hevaltiya tandemê ango tandempartnerbûn dest pê dike. di eslê xwe de ev sîstem tam wiha nameşe. Divê mirov here li saziyekê serî lê bide û li wir agahiyên xwe bide wan. dema wan dît, telefonî mirov dikin û partnerbûn dest pê dike. Mirov û partnera/ê xwe li cihekî dicivin û dipeyivin. Cara ewil planekê xwe ji xwe re amade dikin. di planê de ev hene: çend rojan carekê di saet çendan de li ku derê wê bên civîn, bi dorê çend saetan wê bi kîjan zimanî bê peyivîn.... |
|
16.03.2018 15:03 |
mergehez
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |