1. rêzefîmekî li ser ceheltiyê/nû-gihaştiyê ye. beşên wê li gorî yên tirkiyê û dya-yê gelek kin in, lê car din jî hin caran yên 40 deqe-girtî jî tê dîtîn. bi mijarê ve, tiştên ecêb/pirsgirêkeke awarte nake kul û derdê xwe: di norwêcê de keç û lawikên 16-17 salî çawa dijîn, bi riyekî sade tomar dike. lê ji ber teknîka xwe di dinyayê de navdar bûye. ev teknîkê ecêb ev e: ji ber ku wan xwestiye senaryoyê nêzî rastiyê bikin, hemû lehengên rêzefîlmê, mîna kesên rastî ne, xwediyê hisabên medyaya civakî kirine, mîna facebook û instagram û spotify wekî mînak di youtubê de vîdyoyan diweşînin. û ev tişt hemû sezonê dewam kirine ku pir tiştên ji van hisaban hatiye weşandin, di rêzefîlmê de nehat rêdan lê ev tiştan(wêne, şîroveyên li bin wan an jî vîdyo hwd) mijara senaryoyê temam kiriye wekî puzzle. her wiha derhêner û senarîstên vê rêzefîlmê metodeke nû ya em dikarin bibêjin înteraktîf ceribandine û ev jî yekemîn rêzefîlma norwêcê derxistiye holê ku li dinyayê navdar bûye. edît: ji bo xwesteka rastiyê, berî kişandina rêzefîlmê, derhêner û senarîstên skam, vekolîn û anketan li nav xortan çêkiriye. min agahiya herî girîng nedaye: nû-gihaştî û seks seks seks seks seks seks seks seks seks seks. belê min vbnr-a seks nedaye. her wiha. * |
|
03.02.2018 22:28 ~2018.02.04 23:01 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
gelek dixwazim lê nizanim çi binivîsim [1] |
![]() |
sepana ferhenga tirşikê [3] |
![]() |
sepana ferhenga tirşikê [9] |
![]() |
koma sê bira [4] |
![]() |
tirşik forûm [1] |