Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
çalakîyên kurdî yên dûrî amedê

çalakîyên kurdî yên dûrî amedê

1. tişteka ecêb e, berê dema behsa çalakiyên kurdî bihata kirin pêşiyê amed dihate bîrê. konser, şahî, panêl, hevpeyvîn û gotûbêj, şano û nîşandana fîlma gelek awayên din. yaw mîhrîcana muzîkê ya navnetewî li amedê dihat organîzekirin. fûara kurdî li amedê bû. konserek mezin heba pêşiyê çêbûya li amedê bû.

lê îro piştî vê ohalê û şerê dijwar ê navbajaran em dibînin çalakî ji nava amedê reviyane. tu dinêrî rastak tê li Stenbolê konser dide lê şeva li Amedê betal dibe. Xêro ebbas, mem ararat û yekê din konser didin cih batman e. xwendekarên zanîngehan nivîskara dicivînin cih stenbol e, vê pêlê wan jî xwe nîşan dide. Erê çend kitûmit li amedê jî çêdibin lê yên piçûk.

çend sedemên vê hene, li gor min yek jê girtina sazîya. hema bêje hemû saziyên amedê hatin girtin û li gel vê jî çavên dewletê bêhtir li ser amedê ye, nahêle du kes li hev kom bibin. vê hefteyê komeleya mafên mirovan ihd'ê mîhrîcana fîlmên li ser mafên mirovan organîze kir lê walîtîyê qedexe danî ser û organîzasyon betsl bû, ez çûm cihê wê çend kesên weke min hay jê neyî hatin ber derî vegeriyan û ji bilî me jî têra xwe police.
edit: min ni bîr kir, arîşeyek din jî bêdengiya weşanxaneyên kurdî ye ku hewl nadin li Amedê tu tiştî bikin.
problem û arîşeyek din jî zêde zêde pasîvbûna zanîngeha Dîcleyê, yanî xwendekarên wê. tu ruhek tê de nîn e. her sala diçe bêhtir têk diçe.
di vî warî de ya pozîtîv jî çend sazî hene hê jî hewl didin tiştina çêkin. yek pale huner yek din jî şanoya bajêr e. divê em keda wan ji bîr nekin.

çalakîyên kurdî li Kurdistanê û bajarên din belav bibe, ev tişteka gelek baş e. lê divê li amedê û bajarên din jî hêdî hêdî vê giranîya li ser xwe biavêjin ji nû ve xwe bo kurdî geş bikin. li Cizîrê jî panel çêbin, li Bismilê jî, li qezê û Nisêbînê, li Amedê û li bilîsê.



17.12.2017 22:03 ~22:04 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» çalakîyên kurdî yên dûrî amedê
» kurdî
» yên ku xaniyekê dikin mal
» dûrî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî