Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
erich fried

erich fried

1. Helbestvan û wergêrê Austuriyayê.. Di 6ê Gulana sala 1921ê de, li Wiyanaya ku paytextê Austuriyayê ye, ji dê bavên Cihû ji dayîk bûye.

Di sala 1938an de, bavê wî ji hêla Naziyan (Gestapo) ve hatiye koştin, ew ji ber wan reviya û çû li Londonê bi cih bû.

Di sala 1944an de, dîwana xwe ya bi navê „Elmaniya „ bi zimanê elmanî çap kir û di sala 1945an de, dîwana bi navê Östreich yanî austuriya bi zimanê Elmanî weşand.



Di navbera salên 1952-1968an de di Radiyo ya bbcyê de kar kir û di wê navberê de, gelek helbest û pirtûk weşandin.



1958 Helbest

1963 Dewlemendiya Keviran

1964 Helbestên Hayedar



Di dema şerê Emerîka û Viyêtnamê de, wek rexnegirekî civakî xebata xwe berdewam kir û vê bûyerê kartêkirineke mezin li nivîsên wî kir.

Kartêkirina vê buyerê di çend berhemên wî yên wek mînak li jêrê hatine dayin de diyar in:



1966 Viyêtnam

1972 Danehev ( Azadî û dev vekin )

1973 Guh bide Israêlê „ ev pirtûk di sala 1983an de ferehtir kir“

1974 Jehirdij

Vê buyerê (şerê Viyêtnamê) bandora xwe li helbestên wî yên evîndariyê jî kiribûn, yên ko bi wan nav û dengê wî li tevaya Europa û Emerîkayê belav bûbûn.



1979 Helbestên Evîndariyê ( bi vê pirtûk a helbestî, nav û dengê wî belav bû)

1986 Gewrebûna Rizgarvan

1987 Li ber kenarê Jînê.



E.Fried, ne tenê helbest nivîsîne, belê wî çîrok û roman jî nivîsîne û wek wergêrekî çeleng û zîrek dihate pejirandin.



1960 Leşker û Keçik ( Roman )

1965 Zarok û ehmeqan didin hev (Çîrok)

1975 Gişt hemî Guman in (Çîrok) .



Erich Fried ji sala 1958an ve, rêbaza xwe ya taybet di nîvîsînê de bi dest xist.

Fried, ziman distireha û bêyî ko zimanê xwe zor û aloz bikiraya bi peyvan dilîst,. Wî bi zimanê hêsanî, zimanê rojane, nivîsên xwe ên pirdeng û pirwate radixistin ser kaxezê. Fried yek ji wan nivîskaran e, ko ji pend, metelok û peyvên bav û bapîran sûde wergirtine û ew bo bihêzkirina deqên xwe bi kar anîne û giyanê helbestên xwe û herweha ê xwênerên xwe jî vejandine û jîndar kirine.



Ji ber ku wî hewil dabû ew deq û toraya Ingilîzî ya bilind wergerandaya zimanê elmanî, ew di ware wergerandinê de jî bi nav û deng bûbû.

Fried, nivîs û berhemên Dylan Thomas, T.S. Eliot, Graham Green û Shakespeare, bi zimanekî bi hêz, resen û hevgirtî wergerandin.



1986 xelata Carl-von-Ossietzky a grûpa navnetwî a mafê mirovan wergirt.

1988 xelata Georg-Büchner wergirt.



Di roja 22.11.1988an de, li Baden-Baden derbasî xewa xwe ya ebedî bû, lê helbest û deqên wî di nav rewşenbîr û heztoriya zimanê elmanî de, cihekî taybet digirin.



19.09.2013 05:39 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erich fromm
» friedrich schiller

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî