Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
tişta ku aniha ji tirşikvanan re lazim e

tişta ku aniha ji tirşikvanan re lazim e

21. pirsgirêka xewê ango serûbinobûna kêliyên xewê di dema zankoyê de dest pê dike. bi taybetî jî ji bo kesên piştî êvarê dersa wan dest pê dike. ji ber ku gelek caran ji ber dersan meriv li saetê nenihêre, mesaî jê re nîn e loma pêdivî pê navêt ku di kîja kêliyê de razaye an di kîja kêliyê de rabûye, bila bixebite û bigihîje dersê bes e.
ez çar sal çûm zankoyê, di her du salên ewil de serê sibehê diçûm, di du salên dawîn de jî piştî êvar an nîvroyê diçûm û carinan di saet 11a şevê de vedigeriyam malê. problema şiyarbûna şefeqa sibehê tune bû.
piştî salakê min dest bi memûrtiyê kir, çend hefteyên ewil heta ku ez şiyar dibûm min digot qey du qemyon kevir radikim li ser çiyê lê piştre hêdî hêdî xewa min ket rêya xwe ya xwezayê û asayî.
aniha di saet 7an de radibim herî dereng di yeka şevê de radizêm oxxx.

problemeke dî ya bêxewîyê mixabin telefon an jî tablet e. li gorî pisporan mirov wexta bikevin nava cîhî divê bi ekranekê re mijûl nebin, ev hem çavê merivan xira dike hem jî rîtma xewê xira dike. divê teqez teqez teqez dema tu ketî nava cîh telefonê negire destê xwe. ji dewsa wê pirtûk bixwîne. dibêjin mirovên ku berî razanê saetek kitêb dixwînin hem xewa xwe têrûtije digirin hem mejiyê wan zindî dibe hem jî rê li ber alzheimerê digirin.
hama bêje her şev berî razanê kêmtir çil xulek kitêb dixwînim, bi vî şiklî hem xewa min tê hem jî nîvê şevê ji xewê hilnapekim û şiyar nabim.

naçîzane pêşniyazên min ev in; tu car di nava cihê xwe de dest nede telefona xwe û teqez tiştina bixwîne.
edît: sebebeke din jî cixare ye, cixare vîtamînên bedena merivî dikuje loma laşê meriv giran dibe.



27.11.2017 15:38 ~15:46 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» tişta ku wê şûna klavye û mişkan bigire
» aniha
» lazim

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî