Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rewş û psîkolojiya kurdên xwende yên ku bi kurdekî re nazewicin

rewş û psîkolojiya kurdên xwende yên ku bi kurdekî re nazewicin

2. mijara ku dema min hevokêmn wê yên ewil xwendin, çend mînak hatin bîra min û min ji xwe re got ez behsa van bikim. dema min hevokên din xwendin min dît behsa batmaniya hatiye kirin * keniyam, çimkî mînakên ku hatin bîra min jî batmanî/êlihî ne.

berî du rojan min li stenbolê du hevalên xwe yên ji zankoyê dîtin. herdu jî ji batmanê ne. yekî bijîşkê pratîsyen e yê din jî pisporê radyolojîyê. herduyan jî ji dewletê îstîfa kirine, hatine stenbolê û qeyda xwe li qursa zimanê elmanî çêkirine da ku hînî elmanî bibin û herin elmanyayê.

herdu jî welatparêz in. wisa zêde ne çalak bin jî serê xwe bi meseleyên kurdî gelek diêşînin û bi meseleyên weke kerkûkê gelek diqehirin. lê her du jî bi tirkek re zewicîn û niha tirkiyê jî diterikînin. sedem? sedem ew e ku hêviya xwe ji tirkiyê birîne fîlan...

mixabin gelek kesên wisa hene. min ji wa re got, ku ger herin wê cihê wan ji aliyê kesên din ve, ji aliyê dijmin an jî xelkê ve were tijekirin fîlan lê nebû. êdî xortên bakur jî mîna yên başûr, welatê xwe diterikînin.
ger mirov şexsê xwe bifikire, biryarek gelek rast e. lê ger mirov hê ji kurdbûnê îstîfa nekiribe, tiştekî gelek bizerar e ji bo gelê kurd.
gotina dawîn; xwedê teyyîp nehêle û rojekê em şiyar bibin û bîbînin ku em kurd hemû çavên xwe li antartîkayê vedikin.



13.11.2017 21:10 ~21:51 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşan çeliker - tov
» kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin
» xwendekara kurd ku teog ê buye yekemîn
» yên ji me çêtir
» kurdekî bakurî bi sedan pêşmerge ji mirinê xilas kirin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî