2. rûyê hêvî û ronahiyê ye ji bo siberoja mûzîka kurdî ya modern.. ne tenê bi dengê xwe yê xweş û şîfonî herwiha bi stîla xwe û bi cihdan û qedirandina helbestên şairên kurd ya di stranên xwe de jî gavek du gavan li pêşiya stranbêjên hemta û hempîşeyên xwe ye.. tevî mûzîsyeniya xwe eger ez ne şaş bim li zanîngeha artûklûyê di beşa avahîsazîyê de jî akademîsyen e.. heta niha beşdarî çend aheng û konsertên vî camêrî bûme û bi dilek saf û paqij dikarim bêjim ku performansa wî ya ser sehnê ji ya qeydên stûdyoyê sed qetî xweştir e.. ji albûma xwe ya dawîn ji bo stran pismamo -ku beşek ji helbesteka cegerxwîn e- vîdeo-klîbek ku ji ber dîmenên kurtefîlma derhênerê kurd arîn înan arslan ya bi navê sî û bayê hatiye girtin amade kiriye.. dema mirov darî vê vîdeo-klîbê bike ne mimkun e ku xwe ragire û negirî.. |
|
15.06.2013 23:37 |
endazer
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |