Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 10 peyam
    ejdeha

    ejdeha

    1. li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çeng û bask e û dikare bifire û agir ji dev û pozê xwe bibarîne. rehê vê peyvê digihîje mîtolojiya îranî. erê, tirk tîpek lê zêde kirine û bûye ejderha lêbelê peyv ji navê dehaqî tê. wek ku hûn dizanin di milên dehaq de du mar şîn dibin û ji ber wê navê dehaqî li vî cinawirî dikin û jê re dibêjin "azî dehaq". ecêb e di hemû çandên dinyayê de têkiliya ejdehayan bi maran ve heye.

    azî dehaq > azdehaq > ejdehaq > ejdeha; ejdîha, jiha, zîha, ziya hwd.

    "...can biret mi d' vê 'ezabê
    ev siyahreng ejdeha ye
    çendekê sadiq cema bin..."

    - melayê cizîrî

    lêbelê melayê cizîrî wek jiha jî nivîsîye:

    "...Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê
    Bê `işweyê le`lan ne bi teslîm-i jiha girt..."

    Û di helbesteke wî ya din de:

    "...Surmedarên ji surê mest-i, ji qudret kemmilîn
    Me ji xeflet du jiha dîn û ji sehmê xeccilîn..."

    di ferhenga destî ya umîd demîrhan de jî peyva jiha heye: Here lînkê



    29.08.2017 02:57 ~2021.07.14 04:13 | tizbîkêş

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    destkol
    dengdanên dawîn (yên din..)
    mirovekirind [2]
    mafyaya formatê....
    cemil meriç [6]
    Min matmayî hiştiye. Bi xwe pirtûkxaneyekê dewlemend e. Dema pirtûkên ...
    tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1]
    (bnr: seni başkan yaptirmayacagiz)...
    umît ozdag dê bibe wezîrê navxwe [1]
    "Berî her tiştî, serkeftin ji xortan re. Û ez soz didim ku ezê we...
    çavkaniya azad [1]
    inglîziya vê belkî free source be, le ne open source e...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ejdeha

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî