Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 26 peyam
arrival

arrival

1. ji fîlmên ku di carekî de nayên fêhmkirin e.
ya rastî, tê fêhmkirin lê divê mirov hinekî li ser bifikire.
fîlmek ji cûreya honeka zanistî ye, lê ne fîlmek klasîk yê ji vê cûreyê ye. yanî dem a honaka zanistî tê gotin, çekên pêşketî yên ku cûfcûf dikin û şerên fezayî an jî jîndarên fezayî tên bîra mirov.. lê ev fîlm ne wisa ye, hinekî felsefîk e. min ji fikra fîlmê gelek hez kir lê ya rastî fîlmê nekarî min têxe kelecanekê. dîsa jî min 92 pûan danê.


di fîlmê de jîndarên fezayî tên dinyayê û li 12 cihên ji hev cûda, keştiyên xwe tenê 1-2 metre ji erdê bilind, li hewayê bi cî dikin. piştî şoka ewilîn, li her welatî, hêzên taybet dikevin hundirê van keştiyan û tên ber hizûra fezayîyan. li vir mirov hewl didin ku bi van biyaniyan re têkevin têkiliyê. lê ji zimanê hev û din fêhm nakin. di vê pêvajoyê de, her dewlet, bi yên din re, agahiyên ku bi dest xistine, parve dike. Dr. Louise jî zimanzanek navdar e û li ser navê amerîkayê, van lêkolînan dike. piştî ku peyva çekê ji fezayîyan dibihîsîn û fezayî dibêjin ew ê çekek bidin wan, hemû dewlet dikevin kelecanekê û têkiliya xwe bi dewletên din re, dibirin. lê piştî ku hêviya wan ji fezayîyan namîne, biryara êrîşê digirin. di serî de çîn, gelek dewlet amadekariya şer dikin. di dawiyê de Dr. Louise êdî zimanê van biyaniyan fêhm dike. lê zimanê wan gelek cûda ye û efsûnî ye. her ku hînî zimên dibe, çavek din lê zêde dibe, êdî dikare pêşerojê bibîne an jî hîs bike. bi saya vê hêza vî zimanî, dikare şerê di navbera mirov û fezayiyan de rawestîne. piştî ku mesele safî dibe, êdî hemû mirovahî dikeve hewla hînbûna vî zimanî.



di fîlmê de behsa hîpoteza sapir-whorf tê kirin. li gorî vê hîpotezê, ziman an ji peyv şêweya şixulîna mejiyê mirov diyar dikin. û hişm mirov dema li ser zimanekê ava bû, êd, ne pêkan e ku zimanekî din %100 hîn bibe. di fîlmê de, her ku dr. louise hînî zimanê fezayîyan dibe, sînorên mejiyên wê radibin an jî deriyên veşartî yên zîhna wê vedibin û êdî hêdî hêdî dikare pêşerojê bibîne.



06.07.2017 19:33 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» arrival

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî